PÇDK'ê li Dihokê buroya hilbijartinê vekir

PÇDK'ê li Dihokê buroya hilbijartinê vekir

PÇDK'ê li bajarê Dihokê buroya xwe ya hilbijartinê bi tevlîbûna namzetên partiyê û gelê bajêr vekir. Di vekirinê de namzetên PÇDK'ê axaftina vekirinê kirin û di axaftinên xwe de banga piştgiriya hilbijartinê ji bo partiya xwe kirin.

Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) li bajarê Dihokê bûroya xwe ya hilbijartinê vekir. Di merasîma vekirinê de seroka lîsta partiyê Necîbe Omer, hevserokê PÇDK'ê Diyar Xerîb, namzetê bajarê Duhokê Dr. Kamûran Berwarî, malbatên şehîdan û  gelek namzetên wanên din di  mersima vekirinê de amade bûn. Merasîma vekirina bûroya partiyê bi deqiqeyek rêzgirtina şehîdên Kurdistanê hate destpêkirin. Piştî rêzgirtinê qurdeleya bûroya hilbijartinê a PÇDK'ê ya Dihokê ji aliyê Dr. Kamuran Berwarî, Necîbe Omer, Mihendis Mehdî Reşîd Saleh û dayika şehîd Sadiq yadê Nûfê û xwîşka şehîdFerhat Kemangerî ve hate birîn.

Piştî birîna qurdeleyê ji aliyê namzetên hilbijartinê yên PÇDK'ê ve li ser girîngiya hilbijartinê û vekirina bûroya PÇDK'ê li bajarê Dihokê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de balkêşandin ser cara yekemîn vekirina bûroya PÇDK'ê li Dihokê û dan zanîn kû ewê bi piştgiriya gelê Dihokê û tevayî Herêma Kurdistanê di hilbijartinan de serkeftinê bidestbixin û wê  bibin kilila çareseriya gelê herêmê.