PÇDK’ê li Hewlêr yekem buroya hilbijartinê vekir
PÇDK’ê li Hewlêr yekem buroya hilbijartinê vekir
PÇDK’ê li Hewlêr yekem buroya hilbijartinê vekir
Li herêma federal a Başûrê Kurdistanê starta hilbijartinên parlamentê yên 21’ê Îlonê hat dayîn. Partiya Çareseriya Demokartîk a Kurdistanê (PÇDK) di vê çarçoveyê de li Hewlêrê buroya hilbijartinê vekir.
Qedexeya propagandeya ji bo hilbijartinê ku ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinê ve heta 28’ê Tebaxê destnîşan kiribû, duh bi dawî bû û bi vî rengî kampanya hilbijartinê bi awayekî fermî destpê kir.
Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) li Hewlêrê buroya hilbijartinê ya partiya xwe vekir. Di merasîma vekirinê de Hevserokên PÇDK’ê Diyar Xerîb, Necîbe Emer û namzetên parlamenteriyê yên PÇDK’ê amade bûn.
Merasîm bi axaftina Hevseroka PÇDK’ê Necîbe Emer destpê kir. Necîbe Emer di axaftina xwe de got, “ Ez di despêkêde sipasiyên xwe ji bo hemû gelê me dikim ji ber ku di vekirina buroya me ya hilbijartinê de me bi tenê ne hêlan û beşdarî têde kirine. Wekî tê zanîn di despêkê de Hewlêr ji bo partiya me cihekê qedexe bû, ji bo kar û xebatên siyasî. Lê belê em di wê baweriyê dene ku alikariya ku gelê me bide me wê Hewlêr ji bo me bibe cihê serkeftinê. Emê ji pirsgirêkên gelê re xwe çareseriya demokratîk bînin ”
Piştî axaftina Necîbe Emer, Dr Fayiq Gulpî ku namzetê PÇDK’ê yê Silêmaniyê ye, axivî û got, “Beriya her tiştî, ji ber ku şehîdên me û gelê me hêlan ku em van rojan bibînin, ez minetdariya xwe pêşkêşî wan dikim. Me hebûna xwe ji hêza gelê xwe stand, ji ber wê tevî hemû êrîş, zext û qedexeyan me li ber xwe da û em biser ketin û gehiştin van rojan.”
Piştî axaftinan, kurdêleya merasîma buroya hilbijartinê ji aliyê Hevseroka PÇDK’ê Necîbe Emer û namzetê PÇDK’ê yê Dihokê Dr. Kemal Berwarî ve hate birîn û namzetan xwe bi gel dan nasandin.