PÇDK'ê li Silêmaniyê jî buro vekir

PÇDK'ê li Silêmaniyê jî buro vekir

Li Bajarê Silêmanîyê, Partîya Çareserîya Demokratîk a Kurdîstanê (PÇDK) yekemîn car bi awayekî fermî buroya hilbijartinê vekir.

PÇDK'ê ji bo kar û barê hilbijartinên ku di 21'ê Îlonê de werin lidarxistin li bajarê Silêmaniyê buroya hilbijartinê vekir.

Ji bo vekirina buraya li nêzîkî Nexweşxaneya Ezmerê hate vekirin merasîmek hate lidarxistin. Hevseroka PÇDK'ê Necîbe Omer li vir axaftinek kir.

Omer di serî de xêrhatin da mêhvanên beşdarî merasîmê bûne û wiha axivî: " PÇDK partiyekî denge rastiya gele. denge jinan e. Dengê ciwanan û dengê her çar parçeyê Kurdistanê ye.”

Di pîrozbahiya vekirina buroyê de Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb namzetên parlamenteriyê Dr. Fayîq Gulpî, Dr. Kamuran Muhammed, Bêrîvan Muhammed, Kemal Hîsên, Destan Mêruf, Wehab Ahmed, Banu Helepçeyî, Sînur Kerîm, Tara Qadîr, Muhammed Abdulla, Bêger Muhammed, Rehman Resul û girseya gel amade bûn. Di axaftinan de kêfxweşiya ji bo vekirina buroya li Silêmaniyê hat ziman û soza li parlamentoyê bibin rastiya gel hat dayîn.