PÇDK'ê li Zaxoyê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê

PÇDK'ê li Zaxoyê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê

Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK), lez da xebatên xwe yên hilbijartinê yên li Zaxoyê. Xebatkarên buroya hilbijartinê ya PÇDK'ê ya li Delal a Navendî her roj kom bi kom li taxan digerin.

Namzetê PDÇK'ê Yê Zaxoyê Mehdî Salih li gel komeke girseyî, li taxa Hesenîka ya Zaxoyê mal bi mal geriya û hejmara PÇDK'ê ya hilbijartinê, bername û rêziknameya xwe li gel belav kir.

Di serdana gel de namzet Mehdî Salih bi gel re axivî û şêniyên taxê pêwendiyeke mezin nîşanî endamên PÇDK'ê dan.