PÇDK'ê Manîfestoya xwe ya hilbijartinê weşand
PÇDK'ê Manîfestoya xwe ya hilbijartinê weşand
PÇDK'ê Manîfestoya xwe ya hilbijartinê weşand
Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK), ji bo hilbijartinên Parlamena Başûrê Kurdistanê manîfestoya xwe ya hilbijartinê aşkera kir.
Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK), ji bo hilbijartinên Parlamena Başûrê Kurdistanê manîfestoya xwe ya hilbijartinê aşkera kir. PÇDK'ê têkildarî mamîfestoyê daxuyanî da û wiha got: "Îro herêma Kurdistanê li ber deriyê guhertineke bingehîn û mezin de ye. Zemînê girîng a van guhertinan jî weke hêviyekî tê dîtin û em dikarin pêvajoya guhertinê ber bi civakeke azad, demokrat û kêfxweş ve araste bikin. Bêguman ev jî bi pratîkî avakirina îradeya serbixwe ya takekesê azad û civaka rêxistinbûyî pêk tê. Li ser vê bingehê pêvajoya hilbijartinan jî dikare weke mekanîzma û amûreke girîng a guhertina demokratîk, vê zemîna guhertinê hîn baştir û lezgîntir bike. Li ser vê bingehê jî em bi giştî pêvajoyên hilbijartinan bi taybetî jî hilbijartinên vê carê yên parlemena herêma Kurdistanê, ji bo encamdan û lezgînkirina pêvajoya guhertineke bingehîn a di hemû qadên jiyanî yên takekes û civakê de derfeteke zêrîn dibînin."
PÇDK'ê, di daxuyaniyê de destnîşan kir ku weke lîsteya Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK), beşdarî hilbijartinê dibin û wiha got: "Em ji hêjmareke endamên Partî Çareserî Dîmokratî Kurdistan û komeke kesên azadîxwaz û demokrasîxwazên serbixwe û niştimanperwer, hêjmareke nûnerên rêxistinên sivîl ên jin û ciwanan, kedkaran û karkeran, cotkaran û bêkaran, weke hevpeymaneke demokratîk û civakî, dixwazin bi rengekî çalak beşdarî pêvajoya guhertina demokratîk a vê qonaxê ya herêma me de bibin. Bêguman çavkaniya vê biryara me jî ewe ku em xwedî bawerî, hêvî û îradeyeke serbixwe ne û bi temamî bawerî û hêviya me bi îradeya azad a gelê me, beşdarbûna wê ya çalak heye ku dikare guhertin û veguhertineke demokratîk pêk bîne û xwedî li xwe, nirx û destkeftên xwe derbikeve. Hilbijartinên parlamena Kurdistanê, ji bo ku gelê me bi rêya sandoqa dengdanê nûnerê xwe hilbijêre û ji bo pêşxistin û garantîkirina sîstema demokratîk, bi vê rêyê gaveke mezin were avêtin, derfeteke baş e. Ji ber ku parlemenek bi hêz û çalak dikare bibe bingeha jinûveavakirinê ya dezgehên din ên herêma Kurdistanê. Ji ber wê jî em weke lîsteya "Partî Çareserî Dîmokratî Kurdistan" li gorî me, divê hemû welatiyên Kurdistanê, partî, rêxistin û rêxistinên sivîl bi berpirsiyariyeke dîrokî li vê pêvajoyê temaşe bikin û beşdar bibin."
'DIXWAZIN GEL BÊHEVÎ Û NEZAN BIHÊLIN Û NEÇIN SER SINDOQAN'
PÇDK'ê di berdewama daxuyaniyê de li ser polîtîkayên li herêmê têm meşandin rawestiya û ev mijar destnîşan kir: "Piştî raperîna bêhempa a buhara 1991'an heta niha sê pêvajoyên dengdanê ji bo parlemena Kurdistanê hatine pêkanîn. Lê belê ji ber ku di pêvajoyên hilbijartinan de pîvanên dadperwer û rêyên yasayî nehatine şopandin, vê jî rê li ber wê tiştê vekiriye ku ji aliyê partiyên desthilatdar ve rê û karên ne yasayî werin pêkanîn. Bi vî rengî xwestine ku encamên dengdanan li gorî xwestekên xwe araste bikin. Di heman demê de vê jî hîştiye ku parlemen di bin serdestiya partiyên desthilatdar de kar bike û gelek deman berjewendiyên herdu partiyên desthilatdar ji berjewendiyên mezin ên gel bêtir derketine pêş. Ev jî bûye sedema wê tiştê ku hemû xwestekên gel bi rêya parlemenê û dezgehên ku hatine avakirin neyên pêkanîn. Vê jî hîştiye beşeke civaka me bi germî vê pêvajoyê pêşwazî nekin. Ji aliyekî din ve bi rengekî ne yekser, bi zanebûn an jî nezanbûn behsa wê tiştê tê kirin ku hilbijartin nikarin tu tiştekî biguherin. Bi vî rengî dixwazin gel bi pêvajoyên hilbijartinan bêbawer û bêhêvî bibe û neçe ser sindoqên dengdanê. Ev jî bi temamî feydeya wan beşane ku naxwazin destkeftên gel bibin yên gel û armanca wan ewe ku di bin destê wan de be. Lê divê em van rastiyan jî li berçavan bigrin ku bi tevî hemû kêm û kurtiyan, bi tevî hemû hewldanên ji bo bêrol hiştina pêvajoyên hilbijartinan jî, em dibînin ku piştî her serdemeke hilbijartinê di pêkhateya parlemenê de guhertin çêdibe. Di serdema yekem a parlemenê de Partî Dîmokratî Kurdistan û Yekîtî Niştimanî Kurdistan parlemen 50 bi 50 di navbera xwe de parvekiribûn. Temenê vê serdemê jî "13" sal bûn. Serdema duyem ku kursiyên xwe 111 bûn, herdu partiyên serdest nêzîkî 80 kursiyan bidestanîbûn û temenê vê serdemê jî nezîkî 4,5 sal bû. Ango hem di pêkhate û hem jî di temenê serdemê de guhertin çêbûne. Di serdema sêyem de jî Partî Dîmokratî Kurdistan û Yekîtî Niştimanî Kurdistan bi tenê 59 kursî bi destxistin û temenê serdemê jî dakete 4 sal û 4 mehan. Tê dîtin ku herçiqasî kem jî bin guhertin in."
'HÊZÊN DESHILATDAR DXIWAZIN DENGÊ GEL LI DERVE BIHÊLIN'
PÇDK'ê di dirêjahiya daxuyaniyê de wiha got: "Li gel vê, di serdema sêyem a parlemenê de ezmûneke nû kete nav qada siyasî ya herêma Kurdistanê. Ew jî di nav parlemenê de avabûna muxalefetê bû. Ev jî di pêvajoya siyasî û demokratîk a Kurdistanê de guhertineke erênî bû. Ji ber ku vê rastiyê sînorek li pêş serdema derbasbûyî danî û herçi partiyên di nav parlemenê de dikarin beşdarî hukûmetê bibin û bibine şirîkê birêvebirinê. Tê dîtin ku ji ber li aliyekê zîhniyeta wan aliyên ku di parlemenê de bûne muxalefet û nebûna ezmûna muxalefetê li herêma Kurdistanê, aliyekî din ve jî hewldanên desthilatdariyê ji bo lidervehîştin û paşvexistina muxalefeta nav parlemenê, nehîştiye ku ev ezmûn bersiva hêviyên gel bide. Îro jî hewl tê dayîn ku ev ezmûn ji bo gel ji pêvajoya hilbijartinê were sarkirin, dikine hincetek. Bêguman ev rastî nîşanî me dide ku dikare di vê pêvajoya hilbijartinan de jî guhertin werin pêkanîn. Ev jî di wê demê de çêdibe ku gel bi rengekî şiyar û bi rengekî berfireh beşdarî pêvajoya hilbijartinan bibin. Aşkera ye ku erka azadîxwaz û demokrasîxwazên herêma Kurdistanê ewe ku ji bo gel bi wate û bi girîngî beşdarî pêvajoya hilbijartinan bibin, kar bikin û vê pêvajoyê ji bo li herêma Kurdistanê veguherîneke demokratîk çêbibe, bikine rawestgehek."
PÇDK'ê daxuyand ku lîsteya "Partî Çareserî Dîmokratî Kurdistan" namzetên xwe li ser bingeha dilsoziya gel û niştiman destnîşan kiriye û wiha got:
"Baweriya me bi xwe, vîn û dengê we azadîxwazan heye ku em dikarin bi hev re serdemeke nû destpêbikin. Ji ber ku li gorî me azadî û demokrasî pêvajoyeke ranaweste û herdem tekoşîn pêwîste. Çawa ku gelê me di demên derbasbûyî de ji qurbanîdayînê û tekoşînê xwe dûr nexistiye, îro û pêşerojê jî ji bo destnîşankirina çarenûsa xwe xwe dûr naxe. Pêkhateya lîsteya me dikare nûnerayetiya hêvî û xwestekên gel bike. Xebat û tekoşîna rabirdûya lîsteya me îspata lîsteya me ye ku li gel me baweriya serkeftinê derdixe holê. Pêkhateya lîsteya " Partî Çareserî Dîmokratî Kurdistan" ji wan kesan pêk tê ku ji raperîna bêhempa ya sala 1991 an pêve bi tu awayî neketine pey berjewendiyên xwe yên taybet û berjewendiyên neteweyî û demokratîk ên gel xistine pêş berjewendiyên xwe yên takekesî û hizbên xwe. Ev kes li beramberî bêedaletî, nerewayî û kêmbûna xizmetgûzariyê bêdeng nebûne, lê belê berê xwe nedane rêbaz û şêwazên nerast. Namzetên vê lîsteyê kesên ku herdem alîgirê gel, malbatên şehîdan, kesên hatine enfalkirin û zirarmendên kîmyabaranên li Kurdistanê bûn, ji bo vê jî çalakiyên demokratik ên cihêreng pêkanîne. Herdem alîgirê azadiya xweîfadekirinê, rêxistinbûn û çalakiyên medenî bûn. Ji bo vê gelek qurbanî jî dane. Namzetên vê lîsteyê herdem pêşengayetiya israra azadiya jinê kirine, alîgirê hevsengiya zayendî bûne û li beramberî nehevsengiya di navbera herdu zayendan de ku tê de herdem jin dibe qurbanî tekoşîn dane. Ji bo vê jî herdem di çalakiyên li dijî kuştina jinan dihatin pêkanîn de herî pêş de bûn."
'NAMZETÊN PÇDK'Ê DERFETAN DIDIN CIWANAN'
PÇDK'ê di berdewamiya daxuyaniyê de anî ziman ku namzetên vê lîsteyê kesên ku herdem xwestine zêdetir derfetê bidine ciwanan wiha pêde çû: "Ev jî di pratîk û ezmûnên xwe de birêvebirine. Di heman demê de herdem bi rêzdarî temaşeyî ezmûnên temenmezinan kirine û xwestine ezmûnên wan bixine bin xizmeta civakê. Namzetên vê lîsteyê herdem ji bo mafê karkeran, cotkaran, kedkaran, xwedî pêdiviyên taybet û zarokan tekoşiyane û di doz û pêdiviyên wan de piştgirî dane. Di heman demê de hewl dane ku girîngiyê bidine gundan û bi vê rêyê binesaziya aborî û civakî were zindîkirin. Erdnîgariya Kurdistanê jî şîn û paqij were parastin. Namzetê vê lîsteyê girîngiyeke zêde dane perwerde û xwendinê, gelek hewl dane ku di sîstema perwerde û fêrkirinê de guhertin were pêkanîn. Bi rengekî were rêxistinkirin ku bikaribe takekesekî tendurist, bi axê girêdayî, bi xwe bawer û mirov dost avabike. Di heman demê de girîngî dane bi vekirina akademiyên perwerdeyê yên giştî, jinan û ciwanan, dewreyên rewşenbîrî û perwerdeyên taybet hatine vekirin. Namzetên " Partî Çareserî Dîmokratî Kurdistan" herdem di mijara netewî de jî xwedî helwestbûn û xwestine hest û helwestên neteweyî werin pêşxistin. Ji bo vê jî gelek qurbanî dane û ev bûye sedema wê tiştê ku rûberûyê cezayên siyasî û ne yasayî bin, di gelek qadên jiyanê de rûberûye gelek astengî û pêşîgirtinan bibin. Ev qurbanî û xebat bûye bingeha pêşxistina helwest û şiyariya neteweyî . Îro beşeke mezin a civakê piştgiriyê dide xebatên azadîxwaz a beşên din ên Kurdistanê û nêzîkbûnên netewî bi rengekî erênî pêşiwazî dike."
PÇDK'Ê HELWEST Û PROJEYÊN XWE BI VAN XALAN EŞKERE KIR:
1-Partî Çareserî Dîmokratî Kurdistan hê ji destpêka damezirandina xwe ve li gel wê tiştê bû ku sazî û dezgeyên herêma Kurdistanê bibine sazî û dezgeyên gel, bi rêya van sazî û dezgeyan li gel Iraq û welatên derve pêwendiyan ava bike. Pêwendiyên hizbên Kurdistanî û dewletan were bidawîkirin.
2-Di sala 2002 an de pêş rûxandina rêjîma Iraqê, ji bo Iraqa piştî rejîma Baasê projeya destûrekê amade kir û tê de bi rengekî eşkere pêwendiyên herêma Kurdistanê û Iraqê, sînorê cografî û desthilatî li ser bingeha federaliyê û pîvanên demokratîk destnîşan kir. Li ser vê bingehê ji bo jinûveavakirina Kurdistan û guhertina li Iraqê kar kir.
3-Weke helwesteke demokratîk û neteweyî, dema referandûma li ser destûra Iraqê ya di sala 15-10-2005 an de dengê xwe weke "Na" bikaranî. Nerastbûna hêjmarek madeyên di destûrê de hebûn destnîşan kir . Herwiha bicîhnekirina pîvanên demokratîk û nezelalbûna di sîstemê de destnîşankir. Rawestandin û taloqkirina pirsgirêkên di navbera navend û herêma Kurdistanê de destnîşankir. Ev rastî jî piştre ji aliyê gelek navendan hatin hîskirin û nêrînên Partî Çareserî rast derketin.
4-Der barê pirsgirêka Kerkûk û ew navçeyên ku nakokî li ser hene, di salên 2004,2006 û 2008 an de sê projeyên guncav hatin amadekirin û pêşkêşî raya giştî, aliyên pêwendîdar hatin kirin û li ser kar jî hate kirin. Ji aliyê girîngîdayîna van navçeyan jî Kerkûk xiste navenda kar û xebatên xwe.
5-Der barê civakî û îdarî de çendîn proje pêşkêşî parlemena Kurdistanê hate kirin. Ji van ên herî pêşçav projeyasaya pêşîgirtina şideta li ser jinan û projeyek di derbarê sererastkirina rêziknameya navxwe ya parlemenê.
6-Li ser bingeha xeta neteweya demokratîk, der barê doza Kurd de herdem xwedî helwest bûn, di pêşxistina çalakiyên li derveyî salonên girtî, konferans û workshopan de rola xwe hebû.
7-Partî Çareserî Dîmokratî Kurdistan ji aliyê rêxistinbûnê ve jî afirînêr bû û li gorî rêziknameya navxwe kariye konferans û kongreyên xwe pêk bîne. Di nav 11 salan de 5 kongre pêkanîne, di rêziknameya xwe de berpirsiyarî sînordar kiriye û berpirsên Partî Çareserî mînakeke baş pêşkêş kirine û bi rengekî dorveger berpirsiyarî hatiye pêkanîn, ev jî di nav rêxistinê de bûye kevneşopek.
8-Partî Çareserî di hevserokatiyê de jî afirîner bûye. Bi vê gavavêtinê kariye di berpirsiyariyê de yekdestiyê kêm bike û di birêveberiyê de jin û zilam bike hevpar.
9-Partî Çareserî di nav rêxistina xwe de mînakeke nû pêşkêş kiriye û der barê giştî zayendî, bi taybetî jinan de, di birêveberiyê de rêjeya % 40 a herdu cinsan xistiye bin garantiyêç. Di heman demê de weke pîvan ew endamê ku carekê zewiciye û cara duyem zewacê dike, ji endamiya rêxistinê tê derxistin. Weke encam em dikarin bibêjin ku Partî Çareserî û namzetên lîsteya Partî Çareserî Dîmokratî Kurdistan ji bo parlemen û pêvajoya siyasî ya li herêma Kurdistan û Iraqê dikarin bibine gur û tîneke nû. Em bi duruşmên "Na ji bo bêçarebûnê, Belê ji bo çareseriyê", "Na ji bo desthilata hizbî, Belê ji bo dezgehtiyê" beşdarî vê pêvajoyê dibin û bi piştgiriya we yên tekoşer û azadîxwaz em serdemek nû destpê dikin."