PÇDK: Em dixwazin civak û rêveberiyeke demokratîk ava bikin

PÇDK: Em dixwazin civak û rêveberiyeke demokratîk ava bikin

Di hilbijartina Meclisê ya Herêma Federal a Kurdistanê de namzetên di lîsteya PÇDK'ê de cih digirin sedema tevlêbûna lîsteya PÇDK'ê vegotin û diyar kirin ku armanca wan demokratîkbûna civak, siyaset û saziyan e. Namzetên PÇDK’ê anîn ziman ku ew dê civakak azad, wekhev û demokratîk ava bikin û makeqanûnê demokratîk bikin. 

Hilbijartina Meclisa Herêma Federal a Kurdistanê dê di 21'ê Îlonê de pêk bê. Beriya Hilbijartinê partiyên tevlî hilbijartinê bibin, amadekariyên xwe yên hilbijartinê û namzetan dikin. Ji partiyên tevlî hilbijartinê bibe Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) li ser naverok, manîfestoya tevlîbûna hilbijartinê û taybetmendiyên namzetan daxuyanî dabû. Niha jî namzetên PÇDK'ê ku tevlî hilbijartinê bibe çend der barê proje û armanca tevlêbûna lîsteya PÇDK'ê de nerînên xwe anîn ziman. 

Dr Faik Gulpi, diyar kir ku sedema tevlêbûna lîsteya PÇDK'ê ji ber ku PÇDK li Herêma Federal a Kurdistanê xeta Netewa Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye pêş xwe diparêze cih digire. Gulpî, destnîşan kir ku ew bawer dikin ku xizmetên zêde bidin gelê kurd û neteweya kurd û wiha got: “Xeta ku PÇDK daye pêş xwe Xeta Rêber Apo ku li Kurdistana Bakur û Rojavayê Kurdistanê daye pêş xwe ye. Li Kurdistana Bakur çawa BDP xizmeta azadî û demokratîkbûna kurdan û civakê dike hedefa me ji ew e. Pirsgirêka herêmê ya herî mezin bîrdozî û stratejîk e, PÇDK dê çareser bike.” 

Gulpî destnîşan kir ku ti partiyên din ne xwedî bernameya ku pirsgirêkên bîrdozî û ramyarî çareser bike. Xeta PÇDK’ê rêbaza nû ya gelû kurd ji nav derketiye. Namzetê PÇDK'ê, Abdulvahap Ahmet Abdullah, jî anî ziman ku heta niha daxwazên gel li meclisê nehatine ziman û niqaşkirin û wiha got: “Em hem li kolanan û hem jî li meclisê dixwazin bibin dengê gel û kesên muxalif.” 

Namzetê PÇDK’ê Osman Eziz Mehmet Emin, jî destnîşan kir ku herêm hem di qada îdarî û hem jî di qada aborî de pirsgirêkan dijî û ew armanc dikin ku pirsgirêkên herêmê yên îdarî, aborî û civakî çareser bikin. Emîn, da zanîn ku bernameya PÇDK'ê xwedî hêz e ku hemû pirsgirêkan çareser bike. 

‘EM DÊ BI XALA 140’AN MAFÊ HILBERÎNERAN BIPARÊZIN’
Suwer Xurşit Eziz, jî da zanîn ku di navbera Dewleta Iraq û Hikûmeta Federal a Kurdistanê de xala 140'an bûye pirsgirêka herî mezin û dê bi çareseriya vê xalê pirsgirêkên sinorê Kerkûk, Duzormato û Şengalê jî çareser bikin. 
Namzetê PÇDK'ê yê Hewlerê Şakir Mustafa Mevlud, jî da zanîn ku ew dê pirsgirêkên betalî, aborî, demokratîkbûn û siyaseta demokratîk çareser bikin û ji bo her saziyek sivil a civakî projeyek demokratîk pêş bixin.