PÇDK ji bo xizmetkirina gel li qadane

PÇDK ji bo xizmetkirina gel li qadane

PÇDK ku ji hilbijartinên li Herêma Federal a Kurdistanê yên di 21'ê Îlonê wê bên lidarxistin re xwe amade dike, li seranserê herêmê buroyên xwe vedike, duh li Diyana û Ranyayê jî buro vekirin.

Li Herêma Federal a Kurdistanê hilbijartinên ku demeke dirêj nîqaşên 'wê bê kirin an na' di rojevê de cihê girt. Piştî misoger bû ku wê di 21'ê Îlonê de pêk were, di 28'ê Tebaxê de jî qedexeya propogandaya hilbijartinê rabû. Bi rakirina qedexeya propogandayê re Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistan (PÇDK)'ê dest bi vekirina buroyên kir ku di sala 2007'an de bi hinceta siyaseteke nêzî PKK'ê dimeşîne tevayî buroyên wê hatibûn girtin.

PÇDK piştî Hewlêr, Duhok û Zaxo duh jî li Diyana û Ranya buroyên xwe yên hilbijartinan vekir. PÇDK, duh bi karwanekî maşineyan Diyana, Çoman, Qesrê, Qendîl, Qeladizê, Ranya û gelek gundan geriyan, paşê li Ranya buroya hilbijartinê vekirin.

Di nav de Hevserokên PÇDK'ê Diyar Xerîb, Necîbe Omer, gelek namzetên parlamenteriyê jî ku hebûn bi sedan kes beşdarî vekirina buroyê bûn. Di merasîma vekirinê ya bi deqiqeyek rêzgirtinê destpê kir de bi qutkirina kurdeleyê buroya hilbijartinê hat vekirin. Paşê Hevsera PÇDK'ê Necîbe Omer, namzetên PÇDK'ê yên parlamenteriyê Kamuran Mihemed Nebî Mustafa, Xalit Mustafa Hemed Mustafa, Osman Ezîz Mehemed Emîn, Aram Cabar, Tara Huseyİn, Tirîfa îbrahîm, Bêrîvan Mehemed û Mehemed Hecî Emîn axivîn.

PÇDK'Ê SOZ DA GEL

Namzetên PÇDK'ê ku soza xizmetkirinê dan, bi axaftinên xwe bal kişandin ser xalên hevpar. Namzetan di axaftinên xwe de gotin, "Heta niha gelek partiyan soz dan gel. Lê belê li gorî berjewendiyên xwe tevgeriyan. Em wek PÇDK'ê ji ber astengiyan beşdarî hilbijartinên 2009'an nebûn. Lê belê em dikarin bêjin em wê îsal bi ser bikevin û xizmetê ji gelê xwe re bikin. Wê PÇDK, îradeya gel derxe holê û bi rastiyan re bimeşe. Di aliyê xizmetkirinê de çi ji destê me bê em ê bikin."