PÇDK li Çemçemal şahiyeke mezin li dar dixe

PÇDK li Çemçemal şahiyeke mezin li dar dixe

Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) di çarçoveya kampanya xwe ya hilbijartinê de wê sibê li Çemçemalê şahiyeke mezin lidar bixe.

Ji bo piştgiriya lîsteya 113 ya PÇDK’ê sibê li navçeya Çemçemal ya girêdayî bajarê Silêmanî, wê saet di 04:30’ê êvarê de li navenda ciwanan li ber derê baxçeyê Şoreş ê Çemçemal, bi amadebûna namzetên PÇDK’ê û beşdariya hunermend Nahîd Hewramî, koma hunerê ya Rojyar û çend hunermendên herêmî, şahiyek bê lidarxistin.

Tê payîn, şahiya sibê ya PÇDK'ê bi beşdariyeke xurt a şêniyên herêmê pêk were.