PÇDK li Çoman navenda hilbijartinê vekir

PÇDK li Çoman navenda hilbijartinê vekir

Li ser berdewama bangawaziyên hilbijartinên parlemana Kurdistanê,duh li navçeya Çoman,Qesrê û Hacî Omeran bi bejdariya bi sedan alîgir  û namzetên  PÇDK’ê navendên hilbijartinan hatin vekirin.

Merasîmên vekirinê bi sirûda netewî Ey Reqîb û deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê pakrewanên Kurdistanê destpêkir. Qirdêleya navendê ji aliyê dayîkên pakrewanên ku jiyana xwe ji destdane ve hate birîn.

Di merasîmêde hevserokê Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistan PÇDK Diyar Xerîb û namzetên lîsta 113 ya PÇDK’ê axaftin kirin. Di axaftinan de bal kişandin ser kar û xebatên hilbijartinan û ji bo nivîsîna destûrnameyek nû li parlemana herêma Kurdistanêde. ji bo ku ev desturname dur bi ji berjewendiyên hizbî,pêwiste di xizmeta civakê de bi.

Piştî merasîm bidawî bû,bi karwanekî wesayîtên ku,bi al û wêneyên lîsta 113’an ya namzetên PÇDK’ê hatibûn xemilandin, dinava bazara giştî ya Çoman,navçeya Hacî Omeran û Qesrêde geriyan.