PÇDK li herêma Şarezûr şahiya 15'ê Tebaxê lidar dixe

PÇDK li herêma Şarezûr şahiya 15'ê Tebaxê lidar dixe

Pêngava 15'ê Tebaxê, li herêma Şarezûr a Başûrê Kurdistanê, ji aliyê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) ve bi şahiyekê tê pîrozkirin.

Pîrozbahiya 15'ê Tebaxê, wê sibê piştî nîvro li Pira Zelmî Seydsadiq bi beşdariya hunermend Comerd, Celal Hewermî û çend hunermendên suprîz pêk were.

Rêxistina PÇDK'ê ya herêma Şarezûrê bang li tevahiya şêniyên herêmê kir, ku ji bo silavkirina şoreşa Roajva û şermezarkirina êrîşên çeteyan ên li dijî Rojavayê Kurdistanê, beşdarî pîrozbahiya 15'ê Tebaxê bibin.