PÇDK: Rojava xeta Kurdan a Sor e

PÇDK: Rojava xeta Kurdan a Sor e

Hevserokê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) Diyar Xerîb da xuyakirin ku komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê bi armanca şikandin û teslîmgirtina vîna gelê Kurd tên kirin û destnîşan kir ku girtina deriyê sînor ê Sêmalka jî xizmetî dijminê Kurdan dike. Xerîb diyar kir ku berxwedana gelê Rojava nîşan dide, ji bo tevahiya gelê Kurd destkevtiyan diafirîne. Xerîb anî ziman ku eger girtina deriyê sînor dewam bike, ewê beşdariya li Kongreya Netewî boykot bikin.

Hevserokê PÇKD'ê Diyar Xerîb, bûyer û rewşa li Rojavayê Kurdistanê, girtina deriyê sînor ê Sêmalka û hilbijartinên li herêmê ji ANF'ê re nirxand.

XWE LI VÎNA KURDÊ AZAD Ê LI ROJAVA RANAGIRIN!

Hevserokê PÇDK Diyar Xerîb da xuyakirin ku şerê 2 sal in di navbera hêzên rejîmê û mûxaleftê tê meşandin, herdu hêz lawaz kirine û Kurdan bi xeta xwe ya sêyemîn destkevtiyên xwe parastine. Xerîb got, “Dema van hêzan ev rewşê dîtin,  bêzar û nerehet bûn. Ji ber vê yekê, bi destpêka bihara îsal re beşek ji van hêzan û rejîma Esad berê êrîşên xwe dan Kurdan. Bi awayekî din, van herdu hêzan xwestin tola xwe ji TEV-DEM û PYD'ê hilîne. Çima van herdu hêzan xwestin ji Kurdan tolê bistînin? Ji ber di despêkê de hêzên ji derve yên wekî Tirkiye û DYE dixwestin Kurdan li gorî berjewendiyên xwe bikar bînin. Lê gelê Kurd bi pêşengtiya PYD neket nava siyaseta wan. Dema ku neket nava siyaseta wan siyaseta wan pûç bû. Li aliyê din di warê siyasî de jî Kurdan hinek encam girtin. Vê jî nerehetî li gel wan çê kir. Li aliyek din sedemê vê kîna wan ya li himberî Kurdan ewe ku sala derbasbuyî DYE û Tirkiye dixwestin li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê herêmek Tampon çêbikin lê belê PYD , Meclîsa Gel û hêzên Kurdî yên li Sûrî destûra vê yekê nedan û ragihandin ku ewê xwe biparêzin. Ev ji bona wan bû wekî pirsgirêkek namûsê, ji ber ku dixwestin li Sûriyê herêmek tempon ava bikin  û siyaseta xwe li wir bimeşînin. Çawa ku di salên 1991’an de li Iraqê herêmek tempon ava kirin bi heman şêweyî xwestin li Rojavayê Kurdistanê jî wisa bikin, ji ber ku ev hêzane dem dirêj li ser Surye difikirin. Wekî em ji despêkê heya niha dibêjin, xwesteka van hêzane ne ew bû ku Esed ji desthilatdarî bêxin, daxwaza wan ew bû ku Esed kontrol bikin, lê nikarin kontrol bikin.

KURD BI XETA XWE YA SÊYEMÎN BI SER KETIN

Lê belê dîtin ku Kurd ji vê siyaseta wan re nabin zemînek, ji ber ku Kurdan siyasetekî serbixwe didan meşandin, ji wan re gotin pêwistiya me bi parastina we tineye. Tiştê ku mirov dibîne ewe ku di despêkê de van hêzan PYD qebûl ne dikirin û dixwestin ji aliyê siyasî ve derxin,lê niha qebûl dikin û dixwazin bi van êrîşane îradeya wê bêxin û bi vî awayî teslîm bigrin. Dîsa bi van êrîşan dixwazin bêjin li Rojavayê Kurdistanê nikare xwe biparêze û pêwistiya wan bi hêzên navneteweyî heye. Naxwazin li Rojavayê Kurdistanê vîneke serbixwe ya Kurdan hebe, ji bona vê gelek hêz bûne yek û êrîşan tînin ser gelê Kurd. Tiştên ku em ji dewleta Tirk an jî hêzên rejîmê fam dikin ewe li dijî deskevtiyên gelê Kurd in, lê belê tişta nayê famkirin û mirov pê diêşê, hikumeta Herêma Kurdistanê  jî di vê demê de bûye parçek ji van zextên li ser Rojavayê Kurdistanê.

Eger bi awayek giştî û netewî bifikirin, emê bibinin ku deskevtiyên li Rojavayê Kurdistanê ji bo hemû parçeyên din ên Kurdistanê sûdeke mezin e. Lê belê em dema hizbî bifikirin û li gorî siyaseta dewletên derve bifikirin wê ev destkevtî nekevin bin xizmeta me. Tişta ku niha li herêma Kurdistanê çêdibe ewe hikumeta herêma Kurdistanê xwe ji siyaseta dewleta Tirkiye û hêzên derve rizgar nekiriye. Aliyek din jî bi taybetî Partî Demokratî Kurdistan PDK dixwaze li Rojavayê Kurdistanê partiyên ku girêdayî wê ne li Rojava bi hêz bike û derxe pêş. Lê belê ev partiyane ti hêzek xwe û rolek xwe ya zêde nîne li Rojava. Ev herdu sedem dihêle ku siyasetek bi vî rengî nîşan bide. 

Li gorî min berpirsiyarê yekem ê girtina deriyê sînor PDK ye, lê belê bi fermî Hikumeta Herêmê ye û Yekîtî Niştimanî Kurdistan (NYK) jî nikare xwe ji vê berpirsyariyê dûrxe. Ji ber ku beriya du mehan digotin ne bi xebera me ev derî hatiye girtin, lê belê niha dikare bi fermî helwesta xwe ya li dij vê yekê nişan bide. Heya niha jî YNK helwestek fermî li dijî girtina deriye sîno nişan nedaye. Ji bona wê ew jî wekî berpirsyar tê nîşandan û dibe cihê rexnekirinê. 

HÊZÊN GIRÊDAYÎ PDK DIXWAZIN ROJAVA PARÇE BIKIN!

Dema derbasbuyî me li gel PYD û TEV-DEM'ê û hinek aliyên din ên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê hevdîtin pêk anî. Me ji wan daxwaz kir ku hemû aliyên siyasî yên Rojava li hev bên. Lê belê di hevdîtinê de PYD û TEV DEM’ê gotin; “partiyên bi navê  El Partî û Azadî dixwazin Rojava bikin du beş û beşek bidine wan û hêzên leşkerî yên wan cûda hebe.” Ev  siyaset jî bi pêşengtiya PDK’ tê meşandin. Ev mijar mijarek ne di berjewendiyên Rojavayê Kurdistanê de ye. Ji bo vê PYD vê yekê qebûl nake, ji ber wê çendê girtina deriyê sînor weke zextek li himberî PYD bikar tînin. Xwesteka wan ewe ku PYD di milê aborî û milê civakî de tengav bikin. Ji aliyê din ve jî ev komên çete êrîşên li ser Kurdan didin meşandin, ji bona tengav bikin û ev mijarane qebûl bikin. Li gorî min daxwaziyek bi vî rengî ne daxwaziyek netewî ye, ne jî daxwaziyek demokrasiyê ye.

Tişta ku hinek partiyên Kurd ên li Rojava yên wekî El Partî û Azadî dixwazin ewe, ku çawa li Başûrê Kurdistanê du partî, du herêm û du hikûmet hene heman rengî li Rojavayê Kurdistanê jî hebin. Li gorî min ev nêzîkatî nêzîkatiyek şaşe û pêwîste ew tecrûbeyên ku me ji başûrê Kurdistanê girtine em nehêlîn li Rojavayê Kurdistanê rû bidin.

GIRTINA SÊMALKA XIZMETÊ JI DIMIN RE DIKE!

Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî komîsyonek amade kir ji bo biçin kontrol bikin. Ev pêngavek baş bû lê dereng hate avêtin. Tiştek din a ku mirov pê diêşe ewe ku Mesud Barzanî gotiye pêwiste komisyonek bê amade kirin ji bona lêkolîn kirina komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê raste an na. Li gorî min ev tiştek gelek şaşe, tiştek wusa ne layiqî Barzanî ye ne jî layiqê serkirdeyek Kurd e. Di demek ku behsa Kongreya Netewî tê kirin de daxuyaniyek bi vî awayî şaşe, Barzanî dikarî bêje bila komisyonek ji bo lêkolîn kirina rewşa Rojavayê Kurdistanê bête avakirin û bila derxin holê çi pêwistiyek ji bona wan heye emê alikarî bikin. Vê gotina Barzanî êşa gelê Kurd parve nekir, berovacî dibe ku zêdetir kir. Em hêvîdarin ku ew komisyona hatî ava kirin rolê xwe bi leyîze û rastiyên ku heye derxe holê. Me ji beriya niha jî wekî Partî Çareserî destnîşan kiribûn ku eger ev êrîş û ambargoyên li ser Rojavayê Kurdistanê ranebin emê tevlî Kongreya Netewî nebin û me ev daxwaza xwe bi hinek partî û rêxistinên din ên siyasî re jî parvekiriye ji bo kongireyê boykot bikin. 

DI REWŞEKE LI BEŞEKE KURDISTANÊ AMBARGO HEBE, KONGREYA NETEWÎ NE RAST E

Li ser hilbijartinên li başûrê Kurdistanê guftugo hene ku 21’ê Mijdarê hilbijartinên herêmî çêbin, 21’ê Îlonê jî hilbijartinên parlemanê çêbin. Niha komisyona hilbijartina dibêjin em nikarin du mehan du hilbijartinan lidarbixin. Aliyek din jî heye dibêjin amadekariyên kongreyê bila bi dawî bibin û hilbijartin piştî wê bê lidarxistin. Niha li ser van herdu mijaran nîqaş hene dibêjin çêdibe her du hilbijartin ên parleman û ên herêmî bi hevre werin kirin. Îhtimala vê çendê heye li ser daxwaza komisyonê ev herdu hilbijartin bibin yek û di 21’ê Mijdarê de bi hevre bêne li darxistin. Em wekî partî dixwazin hilbijartin di demên ku hatine destnişan kirin de bêne li darxistin. Û em heman demê jî dixwazîn kongireya netewî neyê taloq kirin.

EM HILBIJARTINÊN BAŞÛR WEKE PÊWISTIYEKE DEMOKRASIYÊ DIBÎNIN

Wekî partî ji bo herdu hilbijartinan em amade ne û amadekariyên me jî berdewam dikin. Heya niha li 12 cihan me bûroyên xwe yên hilbijartinê vekirine. Beşdarbûna PÇDK’ê ji bo hilbijartinê tevlîbûna xwînek nû ye,tevlîbûna fikrek nû ye ji bo sistema başûrê Kurdistanê ev yek jî di nava gel de bûye wekî hêviyek ji bona wê em jî hewl didin ji bo van hêviyên gelê xwe bibin bersiv.
Herî dawi jî li ser rojavayê Kurdistanê, em wekî Partî Çareserî ev nêzî 20 rojane li gelek bajar û bajarokan em meş û nerazîbûna xwe liberamber êrîşan nişan didin, lê kême. Em bang li hemû partî û rêxistinên siyasî û gelê xwe dikin bi awayek berpirsyar nêzîkî Rojava bibin. Ji bo Rojavayê Kurdistan  pêwiste çalakiyên me yên cuda cuda werin lidarxistin û di hemu aliyan de em wekî gelê başûrê Kurdistanê alikarî bidin Rojavayê Kurdistanê û daxwaz ji Hikumeta Herêmê dikim ku deriyê sinûr di demek nêz de veke hem di aliyê manewî hemjî aliyê maddî de alikariya Rojavayê Kurdistanê bikin. Em wekî Partî Çareserî çi bikeve ser milê me em amadene ji bo Rojavayê Kurdistanê bikin."