PÇKS: Partiya me aliyekî sereke ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîke

PÇKS: Partiya me aliyekî sereke ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîke

Partiya Çepa Kurd li Sûriyê diyar kir ku nûçeyên derbarê ku partiya wan xwe ji nava Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk kişandiye ji rastiyê dûrin û partiya wan aliyekî serkeye di nava projeya rêvebiriyê de.

Berdevkê Partiya Çepa Kurd li Sûriyê  derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku nûçeyên ku di hin malperan de hatiye weşandin û dibêje ku partiya wan xwe ji nava Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk kişandiye kişandiye ji rastiyê dûrin û partiya wan aliyekî sereke yê projeyê ye.

Di daxuyaniya Partiya Çep de ev tişt hate gotin: "Hin malperan li ser zimanê Fewaz Mehmûd nûçeyek weşandine û diyar kirine ku Partiya Çepa Kurd li Sûriyê ji bo ku xwe ji nava Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk bikşîne demek navber xwestiye."

Daxuyaniya Partiya Çepa Kurd li Sûriyê wiha dewam kir: "Em dixwazin ji raya giştî re bêjin ku ev nûçe ji rastiyê dûrin. Ev nûçe di çarçoveya hewildanên reşkirina partiya me de hatiye weşandin.”

Partiya Çepa Kurd li Sûriyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku partiya wan aliyekî sereke ye di nava Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk de û ew di vê derbarê de xwediyê helwesteke stratejîkin û tu caran ji helwesta xwe venagerin.