PDK'ê girtina deriyê sînor li Muslim înkar kir

PDK'ê girtina deriyê sînor li Muslim înkar kir

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) der barê astengkirina Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ku xwestibû derbasî Başûr bibe li ser hev daxuyaniyên nakok dide. Berdevkê PDK'ê Cafer Êminkî îdia kir ku PDK'ê deriyê sînor li ser Mislim de negirtiye.

Hevserokê PYD'ê Salih Mislim roja 17'ê Cotmehê xwestibû bi rêya deriyê sînor yê Sêmalka ya di navbera Rojava û Başûr de derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bibe, lê rastî astengiya asayîşa PDK'ê hatibû û destûr nehatibû dayîn ku derbas bibe. Astengkirina Mislim ji aliyê sazî û rêxistinên kurdan bi tundî hatibû şermezarkirin. PDK der barê mijarê li ser hev daxuyaniyên nakok dide. Li gorî malpera fermî ya PDK'ê, berdevkê PDK'ê Cafer Êminkî di daxuyaniyekê de wiha got: "Ji dûr an jî nêzîk, tu eleqeya me bi meseleya sînor ve nîne, ji ber sînor ji aliyê hikûmetê ve tê bi rêvebirin ne ji aliyê PDK'ê ve. PDK dê di dostanî û hevkariya ji bo hêzên kurdî de berdewam be û yên li dijî vê yekê derdikevin dê rastî şikestinê bên."

Berdevkê wê demê yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê Azad Cindiyanî di daxuyaniyekê de ji ANF'ê re ragihandibû wekî YNK agahiya wan ji biryara li dijî Salih Mûslim hatiye girtin nîne. Cindiyanî wiha gotibû: "Bi rastî jî haya me ji vê biryarê nîne kê daye, çawa derxistine, gelo ji aliyê hikûmetê ve hatiye derxistin yan jî ji derveyî hikûmetê ev biryar hatiye dayîn em nizanin. Lêbelê di hemû deman de em wekî Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêjin; di demek wekî niha de pêwîste deriyê sînor her tim li xelkê Rojava vekirî be, pêwîste ev deriyê sînor tu demekê li ser gelê Rojava yan jî kesayetek wekî Salih Muslim neyê girtin."

Berpirsê Peywendiyên Giştî yê Dîwana Serokatiya Herêma Federal a Kurdistanê Hemîd Derbendî jî berî çend rojan li ser astengkirina Salih Mûslim a ji bo Herêma Federal a Kurdistana ji Rûdawê re wiha gotibû: "Eger Hevserokê PYD'ê Salih Mislim bixwaze serdana welatên Ewropa bike; bila Enqere, Tehran, Bexda û Şamê bi kar bîne, ne ku Herêma Kurdistanê." 

MUSLIM: BIRYARA ASTENGKIRINÊ DI NAVENDA PDK'Ê DE HAT DAYÎN

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim di panêla li Weqfa Rosa Luksembûrg ya li paytexta Elmanya Berlînê, der barê astengkirina çûyîna wî ya Başûrê Kurdistanê de ev agahî dabû: "Dema li Hewlêrê bûm ji min re gotin ku di çûyîn û hatina Rojava de ti pirsgirêk nîne. Ez jî li ser vê yekê, ji bo serdanên sersaxiyê yê ji bo kurê min Şervan pêşwazî bikim, çûm Rojava. Lê belê di vegerê de pêşî li min girtin, çend rojan li ber deriyê sînor sekinîm. Dizanim ku ev astengî yekser di civîna navenda PDK'ê de hatiye wergirtin. Di ser de jî gotin ji ser Enqere, Şam, Tehran û Bexdayê derbas bibe. Lê belê min bi ya wan nekir. Ez bi vîna cewherî ya gelê Kurd bi hêza gelê Kurd derketim derveyî welat."

JI TEVGERA GORAN Û YEKGIRTÛYÊ ÎSLAMÎ NERAZÎBÛN

Partî û parlamenterên ji Başûrê Kurdistanê ji ANF'ê re axivîn, nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan û xwestin dawî li astengiyan bê anîn.

Berpirsyarê Hewlêrê yê Tevgera Goran, ku di hilbijartinên meha Îlonê de bû partiya duyemîn Dr. Mihemed Hecî astengkirina çûyîna Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ji bo Başûrê Kurdistanê weke "karekî nebaş" bi nav kiribû.

Partiya çaremîn a bi 9 kursiyan li parlamentê tê temsîlkirin Yekgirtûyê Îslamî ya Kurdistanê jî nûnerê wê Xelîl Îbrahîm dabû xuyakirin ku astengkirina Muslim ji bo wan cihê "nerazîbûn" û "xemgîniyê" ye.

Endamê Parlamenta Iraqê yê Kurd Mahmûd Osman jî diyar kiribû ku ev yek "mijareke siyasî" ye û xwest ev yek bi rêya diyalogê di navbera PDK û PYD'ê de bê çareserkirin.

PDKÊ NÛNERTIYA PÇDK'Ê YA ZAXOYÊ GIRT

Duh saet di 13:00’an de polîs û asayîşa PDK’ê li bajarê Zaxo nûnertiya  PÇDK’ê girtin û lewheya PÇDK’ê daxistin û li beramberî endamên PÇDK’ê bêrêzî kirin. Hat ragihandin ku polîsan ji endamên PÇDK'ê re gotine we ev der ji ber hilbijartinê vekirî ne, hilbijartin xilas bû, divê hun ji niha û pêde navenda xwe bigrin.