PDK’ê nunertiya PÇDK’ê ya Zaxo girt

PDK’ê nunertiya PÇDK’ê ya Zaxo girt

 Partiya Demokratîka Kurdistanê (PDK) li Zaxo navenda partiya çareseriya Demokratîka Kurdistanê (PÇDK) girt.
Duh saet 13:00’an de polîs û asayîşa PDK’ê li bajarê Zaxo nunertiya  PÇDK’ê girtin û lewheya PÇDK’ê da dixin û li beram berî endamên PÇDK’ê bêrêzî kirin. Hat ragihandin ku polîsan ji endamên PÇDK'ê re gotine we ev der ji ber hilbijartinê vekirî ne, hilbijartin xilas bû, divê hun ji niha û pêde navenda xwe bigrin.
Endama Desteya Rêveberiya PÇDK’ê ya devera Bedînanan Derya Xelîl Ehmed da diyar kirin ku, polîsên bajarê Zaxo li ser nunertiya  wan de girtiye û li himberî endamên wan bêrêzî kirine û got: “Duh nîvro polîsan li ser navenda bajarê Zaxo ya partiya me de girtin. Bêrîzeyekî mezin li himberî endamên me kirin. Ji endamên me re gotine divê di nava 24 seaten de navendê vale bikîn.”
 Xelîl da diyar kirin ku nunertiya  partiya wan wek hemû partiyên siyasî wan jî di dema hilbijartinê de vekirîne û niha jî karên rêxistinî yên partiya xwe tê de bi rê ve dibin.
Her wiha Xelîl ev helwesta desthildariya PDK’ê bi zimanekî tund şermezar kir û got:  “ev biryara wan li gorî me qet rewa bûna xwe nîne.”
Li milê din piştî ku li Zaxo buroya PÇDK'ê girtin, li  bajarê Hewlêrê jî bi îdiaya ku cîranên we ji we acizin ji Hemwelatiyên Azad re gotim  buroyan xwe bigrin.