PDK li pêş e, Goran duyemîn, li refê YNK'ê jî erozyona dengan heye

PDK li pêş e, Goran duyemîn, li refê YNK'ê jî erozyona dengan heye

Di hilbijartinên parlamentê yên Kurdistana Federal de, li gorî encamên destpêkê yên ne fermî PDK bû partiya yekemîn, Goran duyemîn û YNK jî bû partiya sêyemîn. Çavdêr dibêjin di dema dengdanê de pirsgirêke cidî rû nedaye.

Di encama hilbijartinên Herêma Kurdistana Federal de, kursiyên parlamentê dê bi giranî di navbera PDK, YNK û Goranê de bên parvekirin. YNK yekemcar bi nebûna lîderê xwe Celal Talabanî beşdarî hilbijartinan bû. Talabanî, beriya neh mehan ji ber xwîn rijiya ser mejiyê wî rakirin Nexweşxaneyek li Elmanyayê. Ji ber ku partiyên li Başûrê Kurdistanê li dora lîderan rêk û pêk dibin, ev hilbijartin ji bo YNK'ê weke testeke qewînî bû.

Tevgera Goran a ji nava YNK'ê derket, li dû serketina xwe ya di hilbijartinên 2009'an de dihat payîn ku vê rewşa YNK'ê ya dijî, ji bo serketina xwe bikar bîne.

Li gorî rayedaran ji 2,8 milyon hilbijêrî, ji sedî 74'ê wan beşdarî hilbijartinan bûn. Hat ragihandin ku bi rêjeya ji sedî 75,4 Duhok di rêza yekemîn, ji sedî 73'ê Silêmanî di rêza duyemîn û ji sedî 71,7'ê rêjeya beşdariyê Hewlêrê di rêza sêyemîn de cih girt. Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind da xuyakirin ku hilbijartin ji aliyê 42 hezar çavdêran ve hatiye şopandin.

Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê ragihand ku hilbijartin "bê astengî" derbas bûye. Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Iraqê Gyorgy Bûsztîn, ji ber beşdariya xurt li hilbijartinan û dengdana di rewşeke aram de, kêfxweşiya xwe anî ziman.

Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî jî di daxuyaniya nivîskî ya piştî hilbijartinê de bang li her kesî kir ku hurmetê nîşanî encaman bide. Barzanî got, "Serketina hilbijartinan serketina Herêma Kurdistanê, desketiyeke mezin a gelê me ye."

Zêdeyî 30 partî, ji bo 111 kursiyên li Parlamenta Herêma Kurdistana Federal kampanya dan meşandin. Encamên fermî yên ji sindoqan derketine hînê nayên zanîn. Tê payîn encamên fermî roja 23'ê Îlonê bên aşkerakirin. Lê belê li gorî nûçeya Rûdaw, li gorî encamên ne fermî PDK ji sedî 52,36'ê dengan li pêş e. Goran ji sedî 17,73 di rêza duyemîn, YNK jî bi erozyona dengan ji sedî 13,9'an di rêza sêyemîn de cih girt. Partiya Îslamî Yekgirtû ji sedî 8,04'ê dengan stend, Komel ji sedî 5,47 û partiyên din jî ji sedî 2,55'ê dengan bi dest xistin.