PDK rê nade Kurdên Rojava vegerin cih û warên xwe

PDK rê nade Kurdên Rojava vegerin cih û warên xwe

Nêzî 2 hezar Kurdên Rojava li Başûrê Kurdistanê dixwazin vegerin Rojavayê Kurdistanê, lê rayedarên PDK’ê rê nadin.

Li gorî zanyariyên bi dest ketine, duh nêzî 2 hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê hewl dan di ser deriyê Sêmalka yê li navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê, derbasî Rojava bibin. Her çendî ku nasnameyên hemûyan jî hebûn, lê rayedarên Partiya Demokrata Kurdistanê  PDK’ê rê nedan ew derbas bibin. Tenê rê dan ku 2 sed kes derbas aliyê din bibin. 

Yek ji penaberên Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Mihemed Bedrî ji ANF’ê re ragihand ku, duh serê siharê nêzî 2 hezar penaberên xelkê Rojava xwestin derbasî aliyê Rojava bibin, lê belê li navçeya Sehêla astengiyan derxistin û ji 2 hezar kesî tenê rê ji 2 sed kesî re dan ku derbas bibin. Her wiha Mihemed Bedrî diyar kir ku, armanca wan ewe ku biçin Rojavayê Kurdistanê, lê belê rê nayê dayîn û mebesta wan jî diyare çima rê nadin ew derbas bibin.

Li gorî heman çavkaniyan hejmarek zêde ya Kurdên Rojava li benda vekirina deriyê sinor in, ji bo derbasî Rojava bibin.
Hêjayî gotinêye ku gelek caran penaberên ku ji Rojava derbasî Başûr bûne, dixwazin vegerin lê ji aliyê PDK’ê ve bi hêncetên cuda cuda astengiyan derdixin û rê nadin derbasî aliyê din, Rojava bibin.