Pêdivî bi pînekirinê nîn e-Ramazan Umar
Pêdivî bi pînekirinê nîn e-Ramazan Umar
Pêdivî bi pînekirinê nîn e-Ramazan Umar
Hefteya borî me behsa planên li ser Rojavayê Kurdistanê, di vê çarçoveyê êrîşên li Serêkaniyê û hesabên hêzên herêmê kiribû. Dîsa me bal kişandibû ku di rêza yekemîn a van hêzan de jî Tirkiye tê.
***
Di nava hefteyekê de şer û pevçûnên li Serêkaniyê dom kirin. Lê ya girîngtir ew bû ku tiliya Tirkiyeyê ya di vî şerî de bi awayekî aşkera derket holê. Hikûmeta AKP’ê, ji destpêka pêvajoya şoreşa gelên Suriyeyê ve, di her firsendê de dixwaze mudaxeleyî herêmê bike, lê ji ber berxwedana gelan nekarî vê yekê pêk bîne.
Her wiha ji ber ku berjewendiyên her hêzeke cuda ne û ev daxwaza Tirkiyeyê li dijî berjewendiyên wan e jî, heta niha ev plana wê pêk nehatiye. Jixwe daxwaza wê ya avakirina herêma tampon jî hatibû redkirin. Lê Tirkiye ji planên xwe venegeriya û serî li riyên tarî ku ne biyaniya wan e da.
***
Destpêkê li Efrînê bi riya koma çete ya girêdayî kesê bi navê Emar Dadîxî ku têkiliya wî hem bi rejîma Sûriyeyê hem jî Tirkiyeyê re hebû, êrîş kirin, lê bi ser neketin.
Piştî wê di meha mijdara sala 2012’an de du caran komên çete di sînorê xwe re derbasî Serêkaniyê kirin û bi ser gel de ajotin. Lê di van jî biser neket.
Tirkiyeyê li gel hemû dîmenên di çapemeniyê de hatine weşandin jî ev yek înkar kir û qaşo alîkariya mirovî dikir.
Lê bûyerên vê hefteyê çêbûn êdî cihê gotinê nehişt. Destpêkê kesê bi navê Mahmut Akyildirim li Serêkaniyê hate kuştin û derket holê ku ev yek ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye şandin û berê jî di nava xebatên kontrayan de bûye.
***
Dîsa li Serêkaniyê ambulansek Tirkiyeyê hate desteserkirin, herî dawiyê jî wêneyên leşkerên tirk li ser çeteyên hatine kuştin hatin dîtin.
Tê gotin ku 30 kesên navên wan diyar in ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine şandin. Her wiha ji bilî Serêkaniyê komek jî şandine bajarê Reqqayê.
***
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu dibêje ku ew birîndarên têne Serêkaniya serxetê derman dikin, lê bawer nakim ku karibin tu kesî bixapînin.
Hemû kes dizane ku ev kom li Serêkaniya serxetê li herêma TÎGEM’ê têne perwerdekirin, her wiha ji wan re firin hatiye vekirin.
Dîsa ji bo ku pêdiviyên van çeteyan ên wekî xwarin û vexwarin, her wiha pêdiviyên din bêne pêşwazîkirin, bi şîrketên bi navê, “Îçkale” û “Zeynel Yemek” re peyman hatiye îmzekirin.
***
Wekî me di sernavê niv îsa xwe de jî daye xuyakirin, êdî rastî derketiye holê, pêdivî bi pînekirinê nîn e, jixwe nikarin veşêrin jî. Gelê Bakur jî ev yek dîtiye û êdî nerazîbûna xwe tîne ziman.
-Azadiya Welat