Pêkhatiyên Qamişlo ciwanê Suryanî Piyêr Reşo defin kirin
Pêkhatiyên Qamişlo ciwanê Suryanî Piyêr Reşo defin kirin
Pêkhatiyên Qamişlo ciwanê Suryanî Piyêr Reşo defin kirin
Li Qamişlo cenazeyê ciwanê Xiristiyan Piyêr Reşo yê ku li ser riya Şamê-Qamişlo di encama êrîşa li ser otobusa Êzla de, tevî 2 kesên din jiyana xwe ji dest dabû.
Duh li Qamişlo bi sedan kes yên ji hemû pêkhateyên bajêr, ciwanê Sûryanî Piyêr Reşo yê ku di encama êrîşa komên çekdar ya li ser otobusa Êzla ya ji Qamişlo ber bi Şamê bi rê ketibû jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li goristana Kornîş ya li Qamişlo defin kirin.
Otobusa Êzla ya ku beriya 2 rojan ji Qamişlo ber bi paytexta Sûriyeyê Şamê ve bi rê ketibû, li herêma Nebek ya Şamê rastî êrîşa hewanê hat di encamê de 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.