Pêkûtiyên polîsan ên li ser xwendekarên Kurd
Pêkûtiyên polîsan ên li ser xwendekarên Kurd
Pêkûtiyên polîsan ên li ser xwendekarên Kurd
Komeleya Xwendekarên Çiyayê Agirî (ADO DER), zextên polîsan yên li ser wan tên meşandin şermezar kirin û bertekên xwe anîn ziman. Xwendekaran diyar kirin ku, ew li hemberî vê yekê bêtir têkoşîna xwe bilind bikin. Xwendekara endama YODER'ê jî anî ziman ku, polîs her tim wê tacîz dikin.
Endamên Komeleya Xwendekarên Çiyayê Agirî (ADO DER) û Xwendekarên Zanîngeha Îbrahîm Çeçenê têkildarî zextên polîsan yên li ser wan tên meşandin bertekên xwe anîn ziman. Xwendekarên endamên ADO DER'ê diyar kirin ku, komeleya wan ji bo mafê xwendekaran biparezin û pêş bixin bi awayekî zagonî hatine avakirin. Xwendekaran anîn ziman ku, ji bo li dijî binpêkirina mafên xwendekaran car caran daxuyanî meş û xwepêşandanên zagonî û rewa pêk tînin û wiha gotin: "Ji ber ku em mafê xwendekaran diparêzin û çalakiyên demokratîk û rewa pêk tinin polîs wêneyên me di çalakiye de dikişînin û dibin nîşanî malbatên me didin. Dîsa telefonî malbatên me dikin û me li malbatên me îxbar dikin. Ji malbatên me re dibêjin zarokên we tevlî çalakiyan dibin. Polîs ji malbatên me de dibêjin zarokên we di nava talûkê dene û bi mirovên talûke re digerin. Polîs heta malbatên me diçin û gefan li malbatên hevalên me dixwin. Gelo ev pêkanînên polîsan di kijan zagonan de cih digire. Polîs bi armanca me bitirsînin û perçe bikin pêk tînin. Em vê yekê şermezar dikin û dê heta dawî li mafê xwe yê demokratîk û rewa derkevin. Em dê heta dawî li hemberî van pêkanînên dijdemokratik têbikoşin."
Xwendekaran destnîşan kir ku, polîsên TEM'ê yên Midûriyeta Polîsan ya Agiriyê bi telefonê li malbatên wan digerin û malbatê li hemberî wan sor dikin û gefan li malbatmên wan dixwin.
Rêveberê ADO DER'ê Mustafa Ozden anî ziman ku, hemû hevalên wan û endamên wan ên komeleyê tevan temenê xwe yê 18 salî derbaz kirine û yek jî ne zaroke. Ozden da zanîn ku, êdî her kes dizane çi ji bo çi dike û xwest êdî polîs li malbatan û li wan negere û gefan bes li wan bixwe.
'POLÎS MALBATÊN XWENDEKARAN BÊZAR DIKIN'
Ozden destnîşan kir ku, polîs êdî li malbatên xwendekaran digerin û raste rast malbatan bêzar dikin û dixin nava tirsê. Ozden da zanîn ku, polîs li hemberî tiryak, dizî, fihûq û hemû karê ku civakê xera dike û perçe dike dengê xwe nake û Lê dema hevalên wan li malê xwe digerin û ji bo parastina mafê xwe yê xwendekarî û civakî dikevin nava çayakiyên demokratîk polîs bi lezgîn li malbatan digerin. Ozden aşkera kir ku, polîs bi taybetî li malbatên xwendekarên Kurd digerin û gefan li malbatan dixwin û wiha got: "Em vê yekê qebûl nakin û em dê heta dawî li hemberî vê yekê tê bikoşin. Dixwazin aramî û nîzama malbatên me xera bikin. Em destûrê nadin vê yekê.
'EM DÊ XEBAT Û ÇALAKIYÊN XWE BERDEWAM BIKIN'
Endamê komeleyê Hakan Bagator jî anî ziman ku, xwendekarên ku dixwînin, lêkolîn dikin û nîqaşan dimeşînin polîsan aciz dikin û ji ber vê yekê polîs naxwazin ku xwendekarên xwe nas dikin û li mafê xwe digerin derkevin pêşberî wan. Bagator da zanîn ku, ew dê her tim li mafê xwe bigerin û têkoşîna xwe û lêgerîna xwe ya mafê xwe berdewam bikin. Bagator bibîr xist ku, ji ber ew kurdin hebûna wan polîsan aciz dikin û çi dibe bila bibe dê bêtir bên cem hev û xwe bi rêxistin bikin û li mafê xwe bigerin."
'POLÎS MIN TACIZ DIKIN'
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê û endama YODER'ê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide jî anî ziman ku, her tim polîs wê dişopîne û tacîz dike. Xwendekara ku navê xwe neda, destnîşan kir ku polîs her carê bi telefonên cûda li wê digere û wê bi telefonê dişopînin û guhdar dikin.