Pelên dara saloxgêriya Alman diweşin!

Pelên dara saloxgêriya Alman diweşin!

Rayedarek din ê payebilind ê Rêxistina Parastin Makeqanûnê (BfV) ya Alman ji ber kêmasiyên di lêpirsîna cinayetên Neonaziyan de dest ji kursiya xwe hat kirin.

Serokê BfV’ya Eyaleta Thuringenê Thomas Sippel, ji peywirê hat girtin. Wezîrê Navxweyî yê Eyaleta Thuringenê Jorg Geibert got; “Serokê saloxgêriyê Sippel ê ku baweriya parlementoyê wenda kir, malninî (teqawit) bûye.”

Bi vî awayî gotûbêjên der barê rêxistina bi navê Sosyalîstên Nasyonal ên Binerd (NSU) de ji nû ve hatin rojevê. Di cinayetên ji aliyê vê rêxistinê ve hatin kirin de 8 jê Tirk, bi giştî 10 kes hatin kuştin.

Rêxistina Parastina Makeqanûnê bi salan nekarî van cinayetan ronî bike û ji ber vê jî ji meha mijarê ve bûye rojeva gotûbêjan. Her wiha ji ber tunekirina hin belgeyên di lêpirsîna cinayetên Neonaziyan de, Serokê Rêxistina Parastina Makeqanûnê (BfV) ya federal Heinz Fromm roja duşemê îstîfa kiribû.