Ji ber guhertina avhewayê, zûhabûn dest pê kiriye. Somaliyan ji ber zûhabûnê berê xwe didin welatên Kenya û Etîyopyayê.
Ji sala 2004 ve 1,1 milyon kes ji Somaliyê koçberê welatên din cîran bûn. Sedema sereke ya koçberiyê jî zuhabûn, tengbûna cihê jiyanê ya mirovan, bêkarî û tengasiyên zad û xûrekan e.
Ji sala 2010 ve zûhabûneke pir zêde li Somaliyê dest pê kiriye. Ji sedî 80’yê debara welatê di şert û mercên asayî de li ser zad û xûrekan bû. Lê ev rêje jî pir daketiye. Ji ber wê jî ev du sal in, welat bi alîkariya derve pêdiviyên xwe pêk tîne.
Ev rewşa li Somaliyê Komîseriya Bilind a Penbaran a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) jî xistiye nava şik û gumanan. Di raparo bi sernavê “Guhertina Avhewayê, Mobîlîzasyona Mirovan û Mexdûriyet” pêşkêşê civîna bilind a welatên cîhanê ya li Rioyê hat kirin de hat diyarkirin ku ji ber guhertina avhewayê dibe bi miliyonan mirov ji cih û warên xwe bibin û bi taybet jî ev yek li welatên Efrîkayê pêk tên.
Li gorî hevpeyvîn li welatên bûne cihê penaberên Etîyopya û Ûgandayê bi 150 kesan re hatine kirin, piraniya penaberiyêji ber pevçûnan û bi qasî wê jî ji ber bandora guhertina avhewayê û zûhabûnê pêk bên.
UNHCR’yê vê mijar guhertina avhewayê ya ku dibe sedema penaberiyek zêde ya mirovan, bir rojeva civaka navneteweyî û xwest tedbîr bêne girtin.
Niha li cihanê 15 milyon mirov penaber hene. Ji vana 10 milyon di bin çavdêriya Komîseriya Bilind a Penaberan a NY’yê de ne. Lê heta niha NY nekariye hejmara kesên ji ber karesatên xwezayî û guhertina avhewayê koçber bûne zelal bike.