Di sala 2003 de dema, şerê li Iraqê, bi hezaran kes ji Iraqê reviyan Sûriyeyê. Ev penaberên Iraqî vê carê jî ji Sûriyeyê ji ber şer û pevçûnan careke din neçar man birevin.
Li gorî daxuyaniya NY’yê, di van sê hefteyên dawiyê de 22 hezar û 300 welatiyên Iraqî ji Sûriyeyê vegeriyan welatê xwe. Li gel vê jî 12 hezar û 600 Sûriyeyî penaberê Iraqê bûn.
Komîsera Bilind a Penaberan a NY’yê Claire Bourgeois di daxuyaniyek da ragihand ku ji 18’yê tîrmehê heta îro 22 hezar û 300 kes neçar man ku birevin Iraqê.
Bourgeois bi bîr xist ku ku li gorî daneyên NY yên meha gulanê, 87 hezar penabarên Iraqî li Sûriyeyê hebûn û hema bêje nîva van penaberan vegeriyane welatê xwe.
Nunerê Komîseriya Bilind a Penaberan ê Iraqê Martin Kobler ragihand ku niha 1.3 milyon kes ji cih û warên xwe bûne û diyar kir ku kesên li Sûriyeyê vedigerin Iraqê, bi şert û mercên xirabtir re rû bi rû dimînin.
Hukûmeta Iraqê di meha tîrmehê de banga vegerê li welatiyên xwe yên li Sûriyeyê kiribû. Hukûmeta Iraqê ji bo penaberên ji Sûriyeyê tên li ber deriyên El Qaîm û Rebieayê du kampên penaberan ava kiriye. Her wiha hukûmeta Herêma Kurdistanê jî kamp ava kirine û bi taybet gelê Rojavayê Kurdistanê li vir bi cih dibin.