Penaberên Mexmûrê erzaq ji Rojavayê Kurdistanê re şand

Penaberên Mexmûrê erzaq ji Rojavayê Kurdistanê re şand

Bi armanca alîkariya Kurdên Rojava Wargeha Penaberan ya Mexmûrê 40 ton erzaq kom kir û radestî Komîta Alîkariya Mirovî ya Desteya Bilind ya Kurd kir.

Piştî hevdîtina di navbera hevserokê PYD’ê Salih Muslim û nûnerên Wargeha Şehîd Rûstem ya di 25’ê Kanûna 2012’ê de pêk hatî, kampanya alîkariyê ya ku ji bo Gelê Rojavayê Kurdistanê ya li Wargeha Şehîd Rûstem hatibû destpêkirin duh bidawî bû. 40 tonê alikariya xwarinê ku di qampanya alikariyê de hatibû komkirin duh li Deriyê Pêşxabûr yê ser Çemê Dîcle radestî Komîteya Alîkariya Mirovî ya Desteya Bilind ya Kurd hate kirin. Alavên alikariyê ji aliyê endamên komiteya deriyê sînorê Sêmalka ya Heyeta Alikariya Mirovî a Desteya Bilind ya Kurd Siyamend Osman û Mehmûd Safû ve hate wergirtin.

‘GER EM DI ALIYÊ FÎZÎKÎ DE NE BI WAN RE JÎ BÎN LÊ DI DIL DE EM BI WAN RE NE’

Şaredarê wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Ehmed Ozer di derbarê alîkariya ku hatiye komkirin de da diyar kirin ku, ew jî dizanin ev alîkariya ku wan ji bo Gelê Rojava komkiriye têrê nake lê ji bo ku bê zanîn ew di aliyê menewî de bi Rojava re ne ev alîkariya kêm didin gelê Rojava û wiha berdewam kir; “Em wek wargeha Şehîd Rûstem Cûdî tekoşîn û helwest gelê Rojava ji nêz ve dişopînîn û silav dikîn. Her çendî ku di aliyê fîzîkî de em ne bi wana re bîn jî lê di dil de em bi wan re ne. Em nirx û girîngiyek mezin didîn tekoşîna wan.”

‘PARIYÊ DI DEVÊ XWE DE DAYÎNA BIRAYÊ XWE JI TÊGEHIŞTINA NETEWÎ TÊ’

Endamên komîteya deriyê sînorê Sêmalka ya Heyeta Alîkariya Mirovî ya Desteya Bilind a Kurd Siyamend Osman ku alikariya alavên alikariyê wergirtiye wiha got; “Jiber dilê wanê paqij em spasiya gelê xwe yê Mexmûrê dikîn.” Ew jî geleke kû penabertî û êşên penabertiyê ditiye û jiyaye. Di nav mercên zehmet de ji aliyê wana ve komkirina vê alikariyê jibo me pir biwateye. Ji ber vê jî em pir girîngî didîn vê alîkariya wan.”

Osman spasiya xwe ji hemû kes û aliyên kû heta niha jibo gelê Rojava alîkarî şandine diyar kir û got ku, gelek bi şandina alîkariyan nikare jiyana xwe derbaz bike, pêwîste derfetên hilberîn û kar werin afrandin. Osman da zanîn ku, hinek alî hene bi bêkar û birçî xistinê gelê Rojava neçarî koçberiyê dikin û wiha berdewam kir; “Neçarkirina koçberiya gel, mercên devjêberdana mal û warên wana dana afrandin, koçberî welatên din dana kirin siyaseta hinekên dine. Vê hem dewlet dixwaze, hem jî çeteyên ku tên êrîşê bajaran dikin dixwazin. Em li hemberî vê siyasetê ne. Em dixwazîn gelê me li ser axa xwe be. Em dixwazin karê xwe bikin û bixwe debara xwe pêkbînin. Di vê mijarê de em jî wek Desteya Bilind a Kurd dixwazîn alîkariyê bidin wana.”

Endamên komîteya deriyê sînorê Sêmalka ya Heyeta Alîkariya Mirovî û komîtê navendî yê Partiya Çepa Demokrata Kurd a Sûryeyê Mehmûd Sûfî jî wiha got; “Birastî jî gelê me yê li Bakûr û Başûrê Kurdistanê pir alîkariyê didin Kurdên Sûriyeyê. Bitaybetî jî em jidil spasiya Wargeha Mexmûr dikîn. Bi baweriya xwe ez dibêjim pêwistiya wana bi alikariyê heye lê pariyê ji devê xwe derdixînin û ji Gelê Rojava yê pêwîstiya wana bi alîkariyê heye re dişînin. Ev ruh û têgehiştinek bilind ya netewiye. Bi baweriya min ger ji mirovekê re alikariya mirovî pêwîst be lê ew pariyê di devê xwe de derbixe û bide birayê xwe, ev biratiya me hîn bêhtir bihêz dike.”

‘PÊWÎSTE HEMÛ KES ALIKARIYÊ BIDE GELÊ ROJAVA’

Berpirsyara Meclîsa Îştar ya wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Asya Burak ku wek kesek êşên penaberiyê jiyaye di derbarê alikariya ku hatiye kirin de hest û hizrên bi van gotinan anî ziman; “Birastî jî penabertî pir zehmete. Ev bi salane em vê dijîn. Gelê me yê Rojava jî ev nêzîk salek û nîve dest bi pêvajoya şoreşê kiriye. Em jî wek wargeha penaberan a Şehîd Rûstem kêm jî be em dixwazîn alîkarî bidin. Ji ber ku êşa penabertiyê gelek zore. Em ji gelê Başûr û saziyên mafê mirovan dixwazîn ku alîkariyê bidin gelê Rojava. Daxwaza me ji wana ewe ku ambargoya li ser gelê Rojava were rakirin. Pêwîste em wek gelê Kurd yekîtiya xwe bihêz bikin, alîkariyê bidin hev û şoreşa gelê me yê Rojava bilind bikin.