Penaberên Rojava vegerîn li ser axa xwe
Penaberên Rojava vegerîn li ser axa xwe
Penaberên Rojava vegerîn li ser axa xwe
Welatiyên ku koçberî Bakûrê Kurdistanê bibûn, ji nû ve vedigerin welatê xwe, îro bêtirî 500 welatî di deriyê Dirbêsiyê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn.
Welatiyên ku îro derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne diyar kirin ku ew ji ber rewşa aborî, tunebûna kar li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û têkliyên nebaş ji aliyê dewleta Tirk ve dîsan vegeriyane welatên xwe. Her wiha diyar kirin ku vegera welat û mirina li ser axa welat ji jiyana derve ve bi rûmettir e.
Tê zanîn ku tevahî herêmên Rojavayê Kurdistanê welatiyên ku koçber bûne ji nû ve vedigerin welatê xwe, bi taybet yên çûne Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê ji ber têkliyên nebaş bi wan re û rewşa wan a xerap vedigerin.