Tezkereya şer a ku ji aliyê hukûmeta AKP’ê ve hate derxistin, dê li bajarê Duisburg ê Almanyayê di 8’ê cotmehê de bê protestokirin. Di mitînga ku ji aliyê saziyên penaberan ên Kurd û Tirkiyeyî ve tê lidarxistind de dê banga ; “Em li herêmê, di navbera gelên Kurd, Tirk, Ereb de xurtkirina aşitî, wekhevî, azadî û biratiyê dixwazin” bê kirin.
Mitîng dê saet di 17.30 de li ser şeqama Königstrasse ya Duisburgê dest pê bike. Mitîng ji aliyê van saziyan ve tê lidarxistin: DÎDF, YEK-KOM, ADHF, ODA, AGÎF û ATÎF-Duisburg. Ji bo mitînga bi dirûşima "Gelên Rojhilata Navîn Bira ne-Ji Şer re Na" ev bang tevlîbûnê hate kirin.
Di daxuyaniyê de polîtîkaya xeter a hukûmeta AKP’ê li hemberî derve dimeşîne hate destnîşankirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 3’yê cotmehê de topek ji Sûriyeyê hat û li Akçakaleyê 5 welatî jiyana xwe jid est dan, artêşa Tirk jî bersiv da vê û cihên sivîlan bombebaran kir, bi dehan Sûriyeyî jiyana xwe ji dest dan. Saziyan da zanîn ku hukûmet, çapemenî û bazirganên şer ji bo vê yekê li çepikan xistin û hat diyarkirin ku tu aliyê vê yê ku mirov pesnê wê bide tune ye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di serî de DYA, Almanya û Franse, welatên din ên Ewropayê di van demên dawiyê dihêlin ku Tirkiye destekê bide Artêşa Sûriyeya Azad û wiha hat gotin; “Em li herêmê, di navbera gelên Kurd, Tirk, Ereb de xurtkirina aşitî, wekhevî, azadî û biratiyê dixwazin”