Pêncewînî emeliyata by-pass bû
Pêncewînî emeliyata by-pass bû
Pêncewînî emeliyata by-pass bû
Helbestvan M. Emîn Pêncewînî li nexweşxaneya Viyana ya Navenda Dil ku derman dibû emeliyata by-pass derbas kir. Pêncewînî ku di meha Tebaxê de li bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmaniyê krîza dil derbas kiribû û piştre ji bo dermankirinê hatî şandina nexweşxaneya Viyana'yê, rewşa wî ber bi başiyê ve diçe.
Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) helbestvan M. Emîn Pêncewînî ku li bajarê Silêmaniyê dijî, di Tebaxa bihurî de krîza dil derbas kiribû. Piştî krîza dil Pêncewînî yê 73 salî, di kontrolê re derba bû li ser pêşniyara doktorên Silêmaniyê ji bo tedawiya baş Pêncewînî hat şandina paytextê Awusturyayê Viyana û li wir li Navenda Dil a Viyana hat dermankirin.
Pêncewînî ku ev du heftene di bin kontrola doktoran deye, diyarkirin ku rehekî ya diçe dilê wî kar nake. Piştî amedekariyan helbestvanê Kurd duh emeliyata by-pass bû. Piştî Pêncewînî 24 seatan di beşa lezgîn de mayî şûnde îro rewşa tenduristiya wî ber bi başiyê ve diçe.
Li gorî doktorê Awûstûryayî, Pêncewînî heya dawiya Îlonê dê ji nexweşxaneyê derbikeve.