Pencewînî: Min nameyên Qendil birin Enqere û yên Enqere birin Qendîl

Pencewînî: Min nameyên Qendil birin Enqere û yên Enqere birin Qendîl

Siyasetmedarê kurd Mihemet Emîn Pencewînî  beşdarî bernameya televîzyona Stêrk  bû û di derbarê pêvajoyê de nirxandinên girîng  kirin.

Mihemed Emînê Pencewîniyê ku beşdarî bernameya Serinc ya  televîzyona Stêrk bu niraxandinên girîng kirin.  Pencewînî da zanîn ew şahîdê pêvajoya 93’an ku ji aliyê Ozal ve hatibû destpêkirinim û wiha  got: “ Ev ne gava yekemîne ku ji bo aşitiyê tê avêtin. Li sala 1993 dema ku ez gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûm wê demê pêvajoyek ya aşitiyê hat despêkirin. Wê demê  Celal Talabanî nameya Ozal anî Şamê ji bo demê agirbestê were  dirêj kirin.” Pencewînî da zanîn ku, ji ber ku Ozal xwest pirsgirêka kurdan çareser bike piştî bist salan hat piştrastkirin ku hatiye jehrkirin û wiha got: “ dema ku Ozal mir hîn wê demê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da got;  “Mirina Ozal di vê demê de ne normale ew hatiye jehirdan”

Here wiha Pencewînî  serdana şanda BDP û KCD ya Başûrê kurdistanê jî nirxan û da zanîn ku, ew sê roja li gel wan beşdarî civînan bûye, bi hev re li gel partiyên siyasî hevdîtin kirin û wiha pê de çû: “ Ev pêvajo pêvajoyek girînge, ev girîngî jî ji ber ku raste rast li gel Birêz Ocalan hevdîtin tên kirin. Ev hevdîtin  girîngin, çi biryar di van hevdîtinan de derkeve em panbendîn bi van biryaran ve.”  Pencewînî di axaftina xwede got ku, ev çar salin peywendiyên veşartî û raste rast di navbera dewlet û PKK’ê de hebûn lê ne di astek wisan de bû.

“MIN NAMEYÊN MURAT KARAYILAN JI DEWLETÊ RE BIRIN”

Di berdewamiya axaftina xwe de Pencewînî destnîşan kir ku, ew dû caran çûye Tirkiyeyê û wiha pêde çû: “ Ez dixwazim ve yekê jî bêjim, ez dû caran çûme Tirkiyeyê min berpirsyarên dewletê yê herî mezin dîtiye. Sedemê çûyîna min ew bû ku min nameya Birêz Murat Karayilan bir ji wan re, di heman demê de min bersiva wan ji Qendil re bir. Her wiha dîsan bersiva wan min biriye Enqere. Di hemû peyamên PKK’ê de dihat gotin ku yê herî  nêzîkî we Serokê me ye ew ji li Îmraliye herin li gel wî hevdîtin bikin.”

Siyasetmedarê Kurd Pencewînî di axaftina xwe de got ku, dema ku ez diçûm hevdîtinan zimanê Erdogan nermtirbu ji niha û wiha got:  “Dema ez diç3um hevdîtina wê demê Erdogan digot em dê efoyek giştî bidin, tenê ji vê efoyê 70 kes nayên efokirin. Ew 70 kes ji li ku dixwazin dikarin jiyan bikin, niha ji behsa çekberdanê dikin.” Pencewînî aşkera kir ku, piştî ku ew ji Tirkiyeyê hat li ser daxwaza Erdogan ew bi Mam Celal re axiviye. Ji ber ku Erdogan gotibu, eger Mam Celal destûr bide bila ew 70 kes werin Başûr jiyan bikin. Piştî van hevdîtinan pêvajo hat guhertin, şer destpê kir piştre hevdîtinên Oslu destpê kir û ji aliyê dewletê ve hat aşkera kirin.

Di berdemiya axaftirna xwede pencewînî got ku armanca hatina  şanda BDP û KCD ya Başûrê Kurdistanê radestkirina nameya Birêz Ocalan a ji bo PKK’ê yê, her wiha  Başûr ji goftûyên di derbarê pêvajoyê de agahdarkirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Ji roja ku şande hat Başûr heya  niha dewleta Tirk bê navber Qendil û  herêmên Parastina Medya bombarand dike. Ji hêlekê ve behsa çareseriyê dike ji hêla din ve bê navber operasyon û bombabarane. Ne tişkekî raste. Divê demek ji ya din zûtir dawî li van operasyon û bombaranan were”.