Pencewînî rakirin nexweşxaneyê
Pencewînî rakirin nexweşxaneyê
Pencewînî rakirin nexweşxaneyê
Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û helbestvan M. Emîn Pencewînî çend roj berê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê krîz dil derbas kir û ew îro rakirin nexweşxaneyek li paytexta Awûstûrya Viyanayê. Yek ji rehên dilê Pencewînî xetimî û tê payîn di hefteya pêş de bê emeliyatkirin.
Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û helbestvan M. Emîn Pencewînî yê li bajarê Silêmaniyê dijî, hefteya derbasbûyî krîza dil derbas kir. Piştî kontrola tenduristiyê, li ser pêşniyara doktorên li Silêmaniyê, Pencewînî îro rakirin Navenda Dil a Viyanê.
Pencewînî der barê rewşa tenduristiya xwe de agahî da ANF'ê û got, "Doktoran gotin rehekî diçe dilê min xetimiye, lewma min rakirin nexweşxaneyê. Piştî kontrolan gotin ewê di hefteya pêş de emeliyat bikin. Niha rewşa min a tenduristiyê stabîl e."
Pencewînî da xuyakirin ku ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristiyê, nikare tevlî xebatên amadekariyê yên Kongreya Neteweyî ya Kurd bibe û got, "Min plan dikir, di komîsyona çandê de cih bigire, lê mercên min ên tenduristiyê dest nadin. Gelekî xemgînim ku di xebateke bi vî rengî ya xeyalê tevahiya Kurdan e, cih nagirim. Ji ber ku doktorên li Viyanayê gotin, dibe ku tedawî mehekê dewam bike."