Pêncşema Reş: Berpirsyar hikûmeta gav neavêtiye ye

Pêncşema Reş: Berpirsyar hikûmeta gav neavêtiye ye

Di çalakiyên Pêncşema Reş ên ji bo serbestberdana siyasetmedarên Kurd her hefte tên lidarxistin de, ji rêveneçûna pêvajoya çareseriya demokratîk hikûmet berpirsyar hat dîtin. Di çalakiyan de ji hikûmetê hat xwestin ku ji bo rêveçûna pêvajoyê gavan biavêje.

Li Wêranşar, Pirsûs, Dêrika Çiyayê Mazî û Peyasê çalakiyên Pêncşema Reş hatin lidarxistin.

Xebatkarên Şaredariya navçeya Amed Peyasê, ji bo serbestberdana Şaredarê xwe Zulkuf Karatekîn, Alîkarê Şaredar Sabahattîn Dînç û girtiyên siyasî yên Kurd, mîna her hefte îro jî çalakiya 184. a "Pêncşema Reş" lidar xistin.

Di çalakiya li ber avahiya xizmetê ya Şaredariyê de Alîkarê Şaredarê Peyasê Îhsan Avci, Şaredarê berê yê Erxeniyê Nadîr Bîngol, Nûnerê ÎHD'ê Şevket Akdemîr, endamên meclîs û xebatkarên Şaredariya Peyasê amade bûn.

Di çalakiyê de nûnerê kargeha Sendîkaya Genel-Îşê Mehmet Şah Sarikaya daxuyanî da û diyar kir ku hevalên wan ev 4 sal in bê huqûqî tên darizandin û ji bo rûniştina hefteya pêş a doza "KCK" banga beşdariyê li gel kir.

Sarikaya ragihand ku ji ber gav neavêtina hikûmetê, pêvajoya dîrokî ya çareseriya demokratîk û aştiyê ketiye xeteriyê û bang li hikûmetê kir ku ji bo pêvajo nexetime, gavên demokratîk biavêje.

Piştî axaftinan protestoya "Pêncşema Reş" bi çalakiya pênc deqeyan a rûniştinê bi dawî bû.

PERWERDEYA ZIMANÊ DAYIKÊ HAT DESTNÎŞANKIRIN

Li navçeya Riha Wêranşarê li ber avahiya Şaredariyê çalakiya "Pêncşema Reş" hat lidarxistin. Alîkara Şaredara Wêranşarê Sûna Ûlûgturken di axaftina xwe yali vê derê de bal kişand ser biryara KCK'ê ya rawestandina vekişîna gerîla û got, "Vekişîna gerîla ji ber gavneavêtina hikûmetê ku me her tim jê dixwest, rû da. Beranberî vekişîna KCK'ê hikûmeta AKP'ê tu gav neavêt. Dest ji gavavêtinê berdin, hînê hevdîtina Birêz Ocalan a li gel parêzeran asteng dike."

Ûlûgturken diyar kir ku aştî bi yekalî nabe û ev bang li hikûmetê kir: "Êdî dest ji evîndariya xwe ya şer berdin, tavilê gav biavêjin. Vê hefteyê dibistanan destpê kirin. Lê mixabin li vî welatê ku bi milyonan Kurd lê dijîn, cihê Kurdî di dibistanan de nîne. Em dixwazin bi zimanê xwe hîndekarî û perwerdeyê bibînin. Ev mafê me yê herî xwezayî ye."

BILA MAFÊN BINGEHÎN BI DESTÛRA BINGEHÎN BÊN EWLEKIRIN

Di çalakiya "Pêncşema Reş" a li ber avahiya Şaredariya Pirsûsê de jî Serokê Rêxistina BDP'ê ya Pirsûsê Salîh Şahîn bang li hikûmetê kir û got, "Em dixwazin bi lezgînî bersiv ji pêvajoya aştiyê re bê dayîn. Em dixwazin mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê dayîn, girtiyên 'KCK' bên berdan, mafên çandî û siyasî yên gelê Kurd bi destûra bingehîn bên ewlekirin, xweranegirtina li Kurdan ji holê bê rakirin, dawî li êrîşên li dijî çand û goristanên Kurdan bê anîn û asîmîlasyon bê rakirin."

BERPIRSYARÊ XETIMÎNÊ HIKÛMET E

Li navçeya Mêrdîn Dêrikê jî, çalakiya "Pêncşema Reş" li ber avahiya Şaredariyê pêk hat. Endamê Meclîsa Şaredariya Dêrikê Şêxdawûd Baydû li çalakiyê peyivî û biryara KCK'ê ya rawestandina vekişîna gerîla bibîr xist û destnîşan kir ku berpirsyarê yekane yê vê asta pêvajoyê, hikûmeta AKP'ê ye ku gav neavêtiye." Protesto bi çalakiya 5 deqeyan a rûniştinê bi dawî bû.