Pêngava şoreşgerî ji roja me re mînak e!

Pêngava şoreşgerî ji roja me re mînak e!

Li gel hemû hewldan û gavên Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd ên ji bo rêveçûna pêvajoya çareseriyê, dewleta Tirk bi zext, zordarî, binçavkirin, girtin û herî dawî jî komkujiya li Geverê re, li Kurdistanê rê li ber tengezariyeke mezin vekir. KCK'ê bi daxuyaniyekê heta bihara 2014'an dem ji dewleta Tirkiyê re nas kir. Yek ji fermandarên gerîla Egîd Makû yê di pêngava şoreşgerî ya gel de cih girt da zanîn ku pêngav li dijî zext û zordariyan hatiye kirin û ji bo roja me ya îro jî mînakdar e.

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ BERSIVA JI ZEXTAN RE BÛ

Yek ji fermandarên gerîla Egîd Makû, di dema destpêkirina pêngava şoreşgerî ya gerîla de, ku di sala 2011'an de destpê kir û veguherî wergirtina herêman, li qada Botanê bû. Makû sedema pêngavê wiha tîne ziman: “Dema hemleya me ye şoreşgerî destpê kir, dijmin hem li ser gel hem jî li ser Rêbertî zext û tecrîdek mezin dida meşandin. Rêxistinê jî pêwîstî bi destpêkirina hemleyek dît ku hem pêşiya zextên dijmin bigire, hem jî tolhildana şehîdan rake. Bi taybetî jî li herêma Zagros û Botanê rêxistinê dît ku pêşî zextên dijmin bigre û bi şekilkî tolhildanê îradeya dijmin bişikînê. Encax wê demê rêya çaraseriya pirsgirêka Kurd vebe.

Çalakiyên gerîla li xeta Zagrosê bi destpêka biharê re dest pêkiribû ji Serhedê heya Behra Sipî, Behra Reş, Erzîrom, Amed û heya Koçgiri bi şekilkî berfireh pêk hatibû. Yek ji cihên ku herî zêde darbe li artêşa Tirk hat xistin, qada Botanê bû. 

Yek ji çalakiya ku li Botanê pêk hat çalakiya Katoyê Jîrka û li Katoyê Marînos bû. Gerîla Egîd hedef û pêk hatina çalakiyên gerîla wiha tîne ziman; “Weke hêza Botanê li Katoyê Jîrka û li Katoyê Marînos me dest bi pêngavê kiribûn. Di çalakiyê de 3 gir, navenda polîsan, qeymeqamî, malên TOKÎ û di nava bajar de jî 3 navend me kiribûn hedef. Ji xwe pêngav di dema 4. de dabû destpêkirin, ev jî di hemû hêzên gerîla da heyecanek zêde çêkiribû. Ji bo dema 4. pêwîstî bi pêvajoyek nû û teknîkek nû ya şer hebû. Amadekariyên me jî li ser vê bingehê destpêkiribûn.  Bi taybet jî herêma Botan wekî herêmek şer ji aliyê dijmin ve hatibû nîşandan. Ji bona wê jî berî dest bi pêngav bê kirin dijmin texmîn dikir û amadekariyên xwe dikirin. 

'PÊNGAVÊ HÊZA DIJMIN LI BOTANÊ ŞIKAND!

Ji ber girîngiya pêngavê hemû hevalên dixwest tevlî wê dema dîrokî bibin. Hejmareke mezin heval tevlî çalakiyê dibûn û di nava pêngavê de cihê xwe digirtin. Jimara hevalan tevlî çalakîyê dibûn nêzî 150 kes bû. Amadekariyên çalakiyê ji du milan ve dihat meşandin. Ji milê Colemêrgê Katoyê Elkê û aliyê Katoyê Jîrka de amadekarî hatin kirin. Heval di nava atmosfereke mezin û heyecanek mezin de dijiyan. Hevalan hem îdia dikirin hem jî israr bûnek hebû hevalan digotin gelo emê di çalakiyê de serbikevin yan jî emê encamê bigrin an ne. Hevalên ku tevlî çalakiyê jî dibûn ne hevalên demdirêj bûn di nava rêxistinê de hemû heval hinek nû bûn. Ji bona wê ev çalaki ji bona wan hevalan wekî zayînek nû bû.

Yek ji armancên me yên vê pêngavê ew bu ku em di herêma Botanê de hêza dijmin bişkînin û hêza rêxistinê nîşan bidin. Çalakî bi lêdana sê giran re hatibû pilankirin. Du gir ketin lê girek neket. Herdu girên ketin jî yek bi navê girê sor û girê navendê bû, hevalên koma milê Katoyê Marînos dest bi çalakiyê kirin. Koma hevalan a Katoyê Jîrka jî li girê bi navê Bayrak xistin.

Bi ketina herdu giran re jî heval ketin nava bajêr. Hevalan di bajêr de li navenda polîsan,TOKÎ û li mala qeymeqam xistin. Dema hevalan li TOKÎ xistin du heval şehîd bûn. Hevalên bi navê Hawrê û yek jî xelkê Îlamê bû. Bi ketina hevalan re hevalan xwest bikevin mala qeymeqam. Li ber derê qeymeqam jî du komên polîsan hebûn, her du qulub ketin destên hevalan û hevalan hinek belge jî bi destxistin. Herçendî ku hevalan bi derê mala qeymeqam ve jî bombe teqandin lê derî nehate şikandin û nekarin bikevin hundirê malê.

ÇALAKIYÊ BANDOREKE MEZIN LI GEL KIR!

Me di çalakiyê de serketinek mezin bidest xistin. Lê  dîsa jî di hinek aliyan de li gorî hatî pilankirin hinek tişt çênebûn. Di dema piştî çalakiyê de dijmin darbeyên mezin xwaribû. Lê wekî her car dîsa di çapemeniya xwe de serketina gerîla ji bo neyê zanîn hin tişt berevajî nîşan dan.  Bi hinek derfetên xwe me çapemeniya xwe û ya dijmin şopandin. Çalakiya me li ser gel bandorekî  pir mezin çêkiribû. Ji ber ku heval ji sala 1998’an de neketibûn nava bajêr. Cara yekemîn bu ku heval bi hêzek wisa ketibûn nava bajêr. 

Piştî ku êrîş çê bû û şûnde me hêza xwe ji nava bajar vekişand. Lê me li der û dora bajar xwe bicih kir. Armanca me ew bû ku dijmin digot herêmên PKK xwe tê de bi nav dike yan jî xwe têde dide nîşandan dibin bandora me deye. Ji bona wê çendê jî hevalan demek dirêj derûdora bajêr neberdan û li ser rêyan kontrol dikirin. Li derdora bajêr jî  hevalan çend çalakiyên sivik lidar dixistin. Dijmin herçendî ku dizanî em li derûdora bajêrin jî lê nedikarî tiştek bike. Dijmin ketibûn rewşa xwe parastinê. Tenê li aliyê Katoyê Marînos operasyonek bi teknîkekî giran lidar bixin. 

Di encama wê operasyona şerê şoreşgerî a dema 4. de serketinên gelek mezin hatin bidestxistin û bandorên gelek mezin li ser gelê Kurd hate çêkirin. Di heman çalakiyan de li her qadê îradeya dijmin a leşkerî bi giranî hat şikandin û baweriya serketinê di nava wan de nema. Serketina herî mezin a psîkolojîk ket destê gerîla û gel bi çavê xwe serketina gerîla û lawaziya dijmin didît.  Di encama çalakiyê de hevalan bi çavan nêzî 25-30 leşkerên Tirk hatin kuştin dîtîn. Tenê 4 havalê me şehîd ketin. 

Piştî ku cenazeyê hevalên şehîd ketin destê dijmin, gel li hemberî leşkeran nerazîbûnek mezin nîşan dan. Hêzên dewletê ji tirsa alên ku piştî çalakiyê li ser avahiyên qeymeqamtî û TOKÎ'yê danîbû, neçar man rake. Dîsa dema ku leşkeran xwestin cenazeyê gerîlayan bibin fermandariya leşkerî dirê de gel pêşî li wesayîtên wan girtin û alên PKK’ê bi tanzêrên wan ve kirin. Dijmin cesaret nekir ku wan alan ji wesayîtên xwe vekin û bi wî şeklî ketin hindirê navenda fermandariyê. Gelê herêmê di nava bajêr de sîstema parastinê ya dijmin hemû xera kiribû. Kamerayên mobesa hemû şikandibûn. Mirov dikare bêje gel û gerîla di wê çalakiyê de bûn yek li hember dijmin.”