Pêngavê, pergala dagirkeriya herêmê rûxand
Pêngavê, pergala dagirkeriya herêmê rûxand
Pêngavê, pergala dagirkeriya herêmê rûxand
Fermandarên HPG Şerîf Goyî diyar kir, ku pêngava 15’ê Tebax’ê ji bo gelê Kurd û hemû gelên cîhanê mizgîniya jiyaneke azad û bi rûmet e. Goyî ragihand ku bi wê pêngavê re li Kurdistanê jiyan ji nû ve ava bûye û pêşî li polîtîkayên tinekirin û înkarê hatiye girtin.
Piştî Şerên Cîhanê, tevgerên cûr be cûr bi hêviya azadî û wekhêviyê derketibûn holê. Ji Emerîkaya Latîn heta Rûsya, Çîn, Efrîka û Ewropayê, hêjaye gotinê ye ku li her dera cîhanê têkoşînên azadiyê destpê kiribûn. Bandora wan tevgeran li Tirkiyê û Kurdistan’ê jî çêbibûn. Ev rewş heya ku cûntayên faşîst a Tirkiyê ku bi alîkarîya dewletên navnetewî yên wek Emrîka û Ewropa ve pêşket, encamên xurt derxistibû holê. Hejayî gotineyê ku tevgerên ku bi pêşengiya ciwanan dihatin rêxistinkirin, heta wan rojên reş, kelecanek mezin li nav civaka Tirkiyê û Kurdistan’ê avakiribûn. Piştî şikestina rejîma Rûsî ku di wan deman de pêşengiya tevgerên sosyalîst (civakî) ya Cihanê dikir, ev rewş hîn xirabtir bû. Êdî kesên ku baweriya xwe bi têkoşînên azadî û wekhêviyê dinanî, ketibûn nav fikaran ku çawa xwe ji dagirkeriyê xelas bikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê wê demê de, di pareznameyên xwe de diyar dikir ku ev tevgerên ku ji bo azadî û wekhêviyê derketibûn holê, ji ber ku ser heqîqata civakî tevnegeriyan binketibûn û bi vî awayî jî hêvîya gel a azadiyê şiqandibûn.
EVREN; ‘BÊYÎ ME PELEK JÎ NIKARE LI VIR BILIVE’
Piştî darbeya 12’ê Îlon a 1980’an ku di encama wê de pêşengên têkoşînên rizgariya Tirkiyê Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya, Yûsûf Aslan, Hûseyîn Înan û gelek hevalên wan bidarve kirin û komkûjiyên cûr be cûr rû dan, êdî jiyan li Tirkiyê û Kurdistanê herimî bû. Di heman demî de ji ber ku di rêzik û pîvanên wan tevgeran de cih ji azadî û wekheviya Kurdan tinebû, gav bi gav tovên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê PKK, bi pêşengiya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve dihat avêtin. Di wan rojên tarî de ku li her derê Tirkiye û Kurdistanê, gel di bin zilm û zordariya dagirkêran de dinaliya, ev tevgerên ku bi komekî 7 kesan hatibû avakirin ji bo gel bû çirûska hêviya azadiyê. Ji ber ku di wê demê de gelek rayadarên dewleta Tirk ku digot “Me Kurdistan xistine binê Çiyayê Agirî” û Kenan Evren jî li Colêmêrg’ê digot; “Beyî min li vir pelê darakê nikare bilivê” hebûn û avabûna tevgerekî hêvî dida mirovahiyê. Ocalan di vê der barê de bilêv dike ku wan li ser şopa têkoşîna Mahîr’an, Denîz’an, Îbrahîm’an bingeha têkoşîna azadiyê avêtine û dibêjê; “Em ser bibîranîna wan hevalan dimeşin û bi têkoşinê wan hevalan bibîrtînin” Hebûna Lêhengên wekî Kemal Pîr û Hakî Karêr ya nav tevgera azadiyê ku bi eslê Tirkin, ev pênaseya Ocalan mohr dike.
PÊWÎST BÛ PÊŞÎ LI ZILM Û ZORDARIYA DAGIRKERGAN WERE GIRTIN
Di wê demê de, li aliyêkî axa, çete û rayedarên herêmê, li aliyê din jî tevgerên kontra hatibûn avakirin. Bi vî rengî jiyan ji bo gel bûbû dojeh. Gelek têkoşerên azadiyê, endamên PKK û welatparezên Kurd hatibûn girtin û kuştin. Di encama wan zilm û zordariyan de Tevgera Azadiyê ya Kurdistaê PKK, bi pêşengiya Ocalan ve hizirandina biryarekî giring de bûn. Li gorî wê biryarê ku di sala 1982’an de li Kongreya PKK’ê ya Duyemîn hatibû mohrkirin, pewist dikir ku pêngava têkoşîna çekdarî bihata destpêkirin. Ji ber ku êdî bi ti awayî rê li ber tevgerên siyasî û civakî nehatibûn hiştin. Di encama vê biryarê de gav bi gav, kêlî bi kêlî milîtanên PKK’ê li Lûbnan’ê hatin rêxistinkirin û ber bi Bakurê Kurdistanê ve rê ketin. Li gorî vê biryarê pewist dikir ku milîtanên PKK’ê di demeke kurt de, bingeha pengava çekdarî ava bikin û gel rêxistin bikin. Lê ev amedekarî ji ber hin şert û mercan dereng mabû. Rebêre Gelê Kurd Abdullah Ocalan lez dida xwe ku di demeke kurt de pêngav bide pêş xistin ku bi rêya pengavê peşî li zilm, zordarî ku komkujiyan bigire.
BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEH’Ê PENGAVA 15’Ê TEBAX’Ê FERZ DIKIR
Di wan demên dîrokî de girtiyên PKK’ê û welatparezên Kurd, di bin pêşengiya kesayetên wek Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Mehmet Heyrî Dûrmûş, Alî Çîçek, Ferhat Kûrtay, Mahmût Zengîn, Eşref Anyik û Akîf Yilmaz de, Li Zindana Amed’ê li dijî dagirkerî û metîngeriyê, Berxwedana 14’ê Tîrmehê dabûn destpêkirin. Piştî ku ev berxwedan bi şahadetan encam bû, êdî teqez pêwistî bi pêngavekê hebû. Ji ber ku hem li zindanan hem jî li derve li dijî gelê Kurd zilm û zordariyeke mezin dihat meşandin. Ji ber vê zilm û zordariyê tirs û xofêk mezin ketibû dilê gel, ku êdî hêviya gel a azadiyê şikestibû. Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, vê rewşê wiha tîne ziman; “Biryardariya 14’ê Tîrmehê dibe biryara hebûna netewî. Dibe biryara meşandina partiyê. Di ciheke weke zîndanê de ku şert û mercên wê bê-eman in, dibe biryara dev ji rûmeta mirovahiyê bernedanê. Di Îlonê de dema encamên şahadetan hat, ji xwe em jî bibiryariyeke hişktir ve di nava biryariya zîvirandina welat a jêveneger de bûn. Têgihiştina 14’ê Tîrmehê ya xwezayî, guhertineke tevgerî ya weha emir dikir.”
FÎŞEKA DESTPÊKÊ PERGALA DAGIRKERIYÊ RÛXAND
Di demeke weha de bi pêşengiya Ocalan û di bin fermandariya Fermandarê Artêşa Rizgariya Kurdistan (ARGK) Mahsûm Korkmaz de, gav bi gav bingêha Pêngava 15’ê Tebax’ê hat avêtin. Roja ku Pengava 15’ê Tebax’ê pêşket, hejayî gotineyê ku cîhana gelê Kurd ku heta wê rojê di bin şêvereşkeke tarî de bû, wekî ku cîhan ji nû vê ava bibe li ser gelê Kurd bandor kir û taritîya li ser gelê Kurd û Tirkiyê, ku piştî darbeya cûntaya faşîst a 12’ê Îlon’ê ava bibû, hate çirandin. Teqîna fîşeka destpêkê weke ku volkanek biteqe deng veda. Yek ji fermandarên HPG Şerîf Goyî ku di sala 1985 û 86’an de li gel Egîd tevlî çalak,yan bûye, wê demê wiha tîne ziman;
“Beriya 15’ê Tebax’ê di mintiqê de, pergala ku dimeşiya pergala eşîrtiyê bû. Di navbera wan de nakokiyên tund hebûn. Gelekê wan dijminê hev bûn. Bi taybet jî pergala dewletê xwe di nav gel de li ser vê bingehê bi rêxistin kiribû. Bi giştî civakeke razayî ku haya wê ji cihanê tine hebû. Rewş rewşeke weha bû, ku Kurd bi destê Kurdan dihate kuştin. Lê dema ku fîşêka destpekê ya 15’ê Tebax’ê hate teqandin ev rewşa heyî hate rûxandin. Ev ji aliyekî ve Kurdan hişyar dikir û gelê Kurd li cîhane dida nasandin, ji aliyekî din jî peyamek dida otorîteyên herêmî yên li dijî gelê Kurd têdikoşiyan."
PÊNGAVÊ PÊŞÎ LI HEMÛ DIJBERTIYA GELÊ KURD DIGIRT
Goyî diyar kir ku dema vê pêngavê destpê kir, hem gelê kurd, hem jî milîtanên PKK’ê di nav fikarekê de bûn û got; “Ev pêngav, li dijî wan fikaran bersiv dida. Bi taybet jî sekna Hevalê Agît, hem tirs û hofa di dilê de gel şikandin hem jî gumanên milîtanên PKK'ê tine kiribû. Vê pêngavê pêşî li tevahiya dijberiya gelê Kurd digirt û bûbû pêngava hebûyîna parastin û tolhildanê.”
HEVALÊ EGÎD BÛ PÎVANÊN MILÎTANIYÊ
Goyî der barê fermandarê ARGK Egîd jî got; “Di demên weha de kesên bijartî û zîrek dibin pêşeng. Lê her mirov nikare gavên destpêkê biavêjin. Ji ber vê jî ev gava destpekê bû nesîbe Hevalê Egîd. Bingeha dîroka şerekî zanistî û bi pîvan di bin pêşengiya hevalê Egîd de hat avakirin. Hevalê Egîd, li nav milîtanên PKK’ê de bû pîvana milîtanî û leşkeriyê.”
SERKETIN WÊ TEQEZ WERE BI DEST XISTIN
Goyî da zanîn ku piştî pêngavê li Kurdistanê gelek nirxên bi rûmet afirîne û wiha dirêjî da axaftina xwe; “Ev pêngav ji aliyekî ve çinîbûyain li herêmê, asîmîlasyon û helandin a li herêmê ji holê rakir, ji aliyê din jî sînorên di navberê gelê Kurdan de bê wate dikir. Dîsa di encama wê pêngavê de niha qala aştî, wekhevî û azadiya gelê Kurd tê kirin û aştiya di navbera dewleta Tirk û Kurdan tê nîqaşkirin. Ji bo vê jî ez bawer nakim ku bêyî PKK pirsgirêka Kurdan çareser bibe. Ji bo wê jî, ji bo jiyaneke azad û serketinê, divê têkoşîna gel hîn zêde were xurtkirin ku serketin teqes were bi dest xistin”