Pêşengên PKK’ê li Wanê hatin bîranîn
Pêşengên PKK’ê li Wanê hatin bîranîn
Pêşengên PKK’ê li Wanê hatin bîranîn
Rêxistina BDP'ê ya Wan bi bîranînekê kadroyên pêşeng ên PKK’ê jiyana xwe ji dest dan û ji pêşengên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê Mahîr Çayan û hevalên wî bîranîn. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Musa Îtah di bîranînê de axivî û wiha got: "Tu zilm li hemberî têkoşîna kurdan a mafdar li ber xwe nade."
Rêxistina BDP'ê ya Wanê li Parqa Ceylan Onkol a li taxa Suphanê ji bo gerîlayên PKK’ê yên ku jiyana xwe ji dest dan merasîmekî bîranînê li dar xist.
Bernameya ji bo ji pêşengên PKK'ê Ferhat Kurtay, Mazlum Dogan, Mahsun Korkomaz (Egîd) û ji pêşengên tevgera şoreşa Tirkiyeyê Mahîr Çayan bername pêk hat.
Ligel rêveberên BDP'ê gelek welatî tevlî bernameyê bûn. Di bernameyên posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mahsum Korkmaz, Mazlum Dogan, Mahîr Çayan û hevalên wî hatin daliqandin.
Pîştî rêzgirtinê Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Musa Îtah axivî û bal kişand ser dîroka "Hefteya Lehengiyê" û diyar kir ku divê pêvajoya 30 salan a şer berdewam dikir vegeriyê pêvajoya aştiyê û wiha got:
"Tu zilim li hemberî têkoşîna gelê kurd a mafdar berxwenadin. Egîd di dîroka kurdan de navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsand."
Piştî axaftinan sînevîzyona jiyana Mahsum Korkmaz, Mazlum Dogan û Mahîr Çayan û hevalên wan vedigot hate pêşandan.