Pêşveçûna YPG'ê ya ji Serêkaniyê ber bi Kobanê didome

Pêşveçûna YPG'ê ya ji Serêkaniyê ber bi Kobanê didome

Di pêngava YPG'ê ya ji bo şikandina dorpêçiya Kobanê ji Serêkaniyê hat destpêkirin de, di roja çaremîn de şer û pevçûn bi dijwarî dewam dikin.

Operasyona hêzên YPG'ê ya ji bo şikandina dorpêçiya Kobanê di 20'ê Îlonê de ji başûrrojavayê Serêkaniyê destpê kir, bi çalakiyên YPG'ê û pevçûnên dijwar dewam dike.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, hêzên YPG'ê bi tundî bersivê didin çeteyên bi topan derdorê bombebaran dikin. Ji ber şer  û pevçûnên giran agahiyên zelal nayên girtin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê di 23’ê Îlonê ragihandibû di pêngavê de 40 çeteyên DAIŞ’ê hatibûn kuştin.

Şer û pevçûn li herêma başûrê rojavayê Serêkaniyê didomin.