Pêşnûmeya Qirkirina Ermeniya dîsa tê rojevê

Pêşnûmeya Qirkirina Ermeniya dîsa tê rojevê

Parlementera rastgir a ji partiya UMP’ê Valerie Boyer ragihand ku ew ê careke din pêşnûmeya ku înkarkirina qirkirina Ermeniyan a di sala 1915’ê de pêk hatin, suc dibîne û beriya niha ji aliyê konseya makeqanûnê ve hate redkirin, careke din bînin rojevê.

Li gorî nûçeya malpera nûçeyan a Ermeniyan Armenews, Boyer ji televîzyona dewletê ya Ermenî re axivî û got; “Ez ê careke din vê pêşnûmeyê bînim rojeva parlementoyê. Hêviya me ye, karê ku me dest pê kiriye, divê biqedînin. Polîtîkaya Serokkomar François Hollande li dijî Tirkiyeyê polîtîkayek cûda dimeşîne.”