Peugot 8 hezar karker ji kar derdixe

Peugot 8 hezar karker ji kar derdixe

Şîrketa mezin a otomotîvê ya Frensî Peugot Citroen ragihand ku ew ê 8 hezar karkên di kargehên li Franseyê de dixebitin ji kar der bixin.

Beriya hemûyan krîza aborî ya ku welatên Yekitiya Ewropayê dest pê kir, li şîrketa Frensî Peugot Citroen xist. Şîrketê ragihand ku rêjeya firotinê ji sedî 20 daketiye û 700 milyon euor zerar kirine.

Ji ber wê jî şîrketê kargeha xwe ya li Aulnay-sous-Bois girt û dawî li karê 8 hezar karkerên şîrketê anî.

Şîrketê ragihand ku ew ê ji kargeha Rennesê hezar û 400 û ji kargehên din jî 3 hezar û 600 kesan ji akar derbixstin.