Pevçûnên di navbera YPG û komên çetan de berdewame
Pevçûnên di navbera YPG û komên çetan de berdewame
Pevçûnên di navbera YPG û komên çetan de berdewame
Li herêma Girkê Legê, piştî operasyona berfireh a YPG’ê ku duh li dijî komên çetan hatibû destpêkirin û 3 gundên stratejik hatibûn rizgarkirin, pevçûnan cîh bi cîh dom kirin.
Li herêma Girkê Legê şerê di navbera hêzên YPG’ê û komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Cephet El-Nusra de ku nêzî 2 mehan beriya niha bi êrîşên komên çekdar destpê kiribûn, didomîn.
Hêzên YPG’ê piştî ku êrîşên çeteyan şikandin, dest bi operasyonên paqijkirina herêmê ya ji çeteyan kiribû. Operasyona herî mezin jî hefteyek beriya niha bi navê “Operasyona Şoreşgerî ya Çekjîn Efrîn” li herêma Serêkaniyê û Girkê Legê hatibû destpêkirin. Di çarçoveya operasyonê de duh li gundên Xedean, Mişêrfa û Quwêtle ku di navbera 5 û 7 kîlometreyan de nêzî bajaroka Til Koçer in li dijî komên çete çalakiyên hemwext hatibûn lidarxistin.
Di encama çalakiyan de hersê gundên ku li cihên stratejîk in hatibûn rizgarkirin û komên çete windahiyên mezin dabûn.
Di heman demê de li derdora gundên Girhok, Girê Fatê, Yusufiyê, Til Hecer û Sefajî hêzên YPG’ê çalakî lidar xistibûn.
Hate ragihandin ku piştî van çalakiyan şevê din jî li derdora gundên Girhok, Mişêrfa û Yusufiyê pevçûnan cîh bi cîh dom kirin, lê derbarê encaman de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.