Pevçûnên li herêma Çilaxa didomin
Pevçûnên li herêma Çilaxa didomin
Pevçûnên li herêma Çilaxa didomin
Tevî ku hêzên YPG’ê ji bo Cejna Qurbanê bêçalaktî îlan kiribû jî, komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq-Şamê li herêma Çilaxa û Serêkaniyê êrîşî pêk anîn. Hate ragihandin ku di pevçûnên herêm Çilaxa de gelek kuştî û birîndarên komên çete çêbûne, tangek wan hatiye derbkirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, îro saet di 06.30’an de komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) êrîşî bendên kontrolê yên YPG’ê yên li gundên Til Elo, Til Elo Xemir, Xerab Bajar û Tahûnê yên herêma Çilaxa ya girêdayî bajarê Girkê Legê kirin.
Hate gotin ku li ser vê yekê hêzên YPG’ê jî bersiv dane û pevçûnên dijwar qewimîne. Hate hînbûn ku di encama pevçûnên ku hîn didomin de bi dehan kuştî û birîndarên komên çekdar çêbûne, her wiha tangek wan hate derbkirin.
Li Serêkaniyê jî komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq-Şamê şevê din ji aliyê bajaroka Til Xelefê êrîş pêk anîn, lê rastî bersivdayîna şervanên YPG’ê hatin.
Hate gotin ku li herêmê şerekî dem kurt derketiye û kom neçar mane ku paşve biçin. Der barê encamên pevçûnê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.