Pevçûnên li navbera Cindirês û Etma rawestiyan
Pevçûnên li navbera Cindirês û Etma rawestiyan
Pevçûnên li navbera Cindirês û Etma rawestiyan
Li herêma Cindirêsa Efrînê piştî şer û pevçûnên di navbera hêzên YPG'ê û komên çete yên girêdayî El Qaîdeyê de, hinek rêveberên Artêşa Azad ketin navberê û rewşa bêpevçûniyê hate îlankirin.
Li herêma di navbera Cindirêsa Efrînê û bajaroka Etma ya Idlibê de şerê dinavbera hêzên YPG'ê û komên çetên girêdayî El Qaîdeyê di 25'ê îlonê de bi êrîşên van koman destpê kiribûn, piştî 15 rojan li ser hewldanên hinek rayedarên Artêşa Azad, rawestiya.
Li gorî agahiyên ku ji here bi dest ketîn, ji rêveberiya giştî ya Artêşa Azad ji bo çareseriya şerê di navbera hêzên YPG'ê û komên DAIŞ'ê de yên li herêm Cindirêsê ketin navberê. Di vê çarçovê de duh bi beşdariya rayedarên Artêşa Azad, YPG û DAIŞ'ê hevdîtinek pêk hat. Di encama hevdîtinan de jî rêyek çareseriyê ya demborî hate dîtin.
Li gorî encama hevdîtinan, destpêkê şevêdin ji saet 22.00'yan ve çek hatin bêdengkirin. Îro jî kontrola girên ku bûne sedema pevçûnan wê ji bo demekê radestî Artêşa Azad bê kirin. Hêzên YPG'ê wê li ser girên li dora gundên dibin kontrola xwe de bicîh bibe û komên DAIŞ'ê jî wê xwe bikişînin nava Etmayê.
Di çarçoveya lihevhatina di hevdîtinan de îro saet di 09.00'an de heyetek ku ji rêvebiriya giştî ya Artêşa Azad Ebû Mehmûd û nûnerên YPG û DAIŞ'ê jî di nav de hebûn, çûn noqteya kontrolê ya li girê Şêx Kariz û komên li ser navê îslamê tevdigerin derxistin. Heyet piştre jî ji bo ku hêzên li ser girên din jî derxîne û kontrolê bide Artêşa Azad ket nava hewldanan.
Hate gotin ku ev formula hatiye dîtin, wê di dema pêş de di navbera YPG'ê û Artêşa Azad de bi awayekî fermî bê îmzekirin.
Di vê navberê de hate gotin ku piştî van hevdîtinan û hewldanan, li herêmê ji şevêdin ve car caran dengê çekan tê, lê li herêmê bi giştî bêdengî heye.