Pevçûnên li Nisêbînê bidawî bûn

Pevçûnên li Nisêbînê bidawî bûn

Çalakiya ku îro li Nisêbînê ji bo şermezarkirina ‘dîwarê şermê’ yê dinavbera Nisêbîn û Qamîşlo de tê lêkirin şermezar bikin, çalakiyek girseyî hat lidarxistin û polîsan mudaxeleyî girseya gel kiribûn. Piştî mudaxeleyê dinavbera ciwan û polîsan de pevçûn derketibû, hat zanîn pevçûnên li navçeyê bidawî bûne. Hersê kesên ku di mudaxeleya polîsan de birîndar bibûn rewşa wan başe û tedawiya şaredara Nisêbînê Ayşe Gokan hîna berdewam dike.

Çalakiya protestoyî a ku ji bo şermezarkirina ‘dîwarê şermê’ îro li Nisêbînê hate lidarxistin, çalakvanan hewlda dîwarê şermê xerabikin. Polîsan mudaxeleyî girseyê kirin. Liser şûnde gav avêtina polîsan pevçûn bidawî bûn. Ciwan li bolvara Şîrîn kombûn, bend danîn û rê ji hatuçonê re girtin. Gelek wesayîtên zirxî yên polîsan û TOMA li kolanan hatin bicîh kirin.

Hate zanîn polîsan çend ciwanên temenê wan dinavbera 14-15 salî de xistin binçavan. 3 kesên ku di êrîşa polîsan de birîndar bibûn li nexweşxaneya dewletê a Nisêbînê hatin derman kirin û rewşa wan başe.

Ji ber avêtina bombeyên gazê ji aliyê polîsan ve, şaredara Nisêbînê Ayşe Gokan jê bibandor bû û ew rakirin nexweşxaneya dewletê a Nisêbînê, hîna tedawiya Gokan li nexweşxaneyê berdewam dike.