Pevçûnên li Nisêbînê bidawî bûn

Pevçûnên li Nisêbînê bidawî bûn

Pevçûna di navbera zêdetirî hezar welatiyên li Nisêbînê li dijî “dîwarê şermê” yê tê xwestin di navbera Nisêbîn-Qamişlo de bê avakirin meşiyan û polîsan de derket bidawî bû. Bi hezaran welatiyên Nisêbîn û Qamişlo herikîn ser sinor.

Parlementerê BDP’ê yê Mêrdînê Erol Dora, Hevserokê BDP’a Mêrdînê Reşat Kaymaz, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan û li gel rêveberên BDP’a Mêrdînê bi hezaran welatî jî beşdarî meşê bûn.

Li Nisêbînê zêdetirî hezar welatiyên ku xwest li dijî “dîwarê şermê” yê di navbera Nisêbîn-Qamişlo de meşekê li darbixin, li devera Şirîn kombûn. Piştî êrîşa polîsan  di nav kolanan re hatin gel dîwarê şermê yê li nêzî Navenda Çanda Mîtannî kombûn.

Weke din ji bo protesto kirina dîwar bi hezaran kes bi wesayîtên xwe ji Qamişlo hatin ber sinor. Xelkê Qamişlo ên hatin ser xeta sinor, wêneyên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG’ê hilgirtin. Welatiyan li gel çepik û tîlîliyan bênavber sloganên “Bijî berxwedana YPG’ê” qîr kirin. Li milê Bakûrê Kurdistanê jî polîsên hêzên çevîk bihinceta ku herêm mayînkiriye destûr nedan welatî sinor derbaz bikin.

Welatiyekê ji milê Qamişlo piştî got, “Em dê destûrê nedin feraseta faşîst ya AKP’ê. Tu kes nikare yeketiya me asteng bike”, Kurdistaniyên aliyê Bakûrê Kurdistanê bisloganan ber bi xeta dawî ya sinor ve hatin. Piştî welatî hatin xeta dawî ya sinor polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî girseyê kir.  Ananosa leşkerên Tirk ya bi zimanê Tirkî û Erebî ku ji xelkê Qamişlo re gotin, “keviran ne avêjin eger me jî dê bi çekan bersiv bidin” balkêş bû. Piştî polîsan êrîşî gel kir, pevçûn belavî nava kolanan bû.

Pevçûnên li tevayî bajar bidawî bû, lê di derbarê binçavî hene yan na agahî nehate girtin.