Pevçûnên li Serêkaniyê didomin
Pevçûnên li Serêkaniyê didomin
Pevçûnên li Serêkaniyê didomin
Li derdora gundê Tiwêmiyê yê Serêkaniyê di navbera hêzên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê pevçûn derketin û pevçûnên li derdora Til Xelef û Mişrafa jî cih bi cih dewam dikin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG'ê hatine wergirtin îro saet di 11.00'an de komên çete yên DAIŞ'ê ji aliyê gundê Tiwêmiyê ya dikeve 5 kîlometrî başûrê Serêkaniyê êrîşî pêk anîn. Li ser vê YPG'ê hêzên YPG'ê bersiva êrîşan dan û pevçûn rûdan. Hate hînbûn ku di pevçûnan de kuştî û birîndarên komên çete çêbûn. Her wiha li ser riya Hesekê-Serêkaniyê û Til Xelef- Serêkaniyê û derdora gundê Mişrafa cih bi cih pevçûn didomin. Hate gotin ku komên çete gefan li malbatên kurd dixwin û bi darê zorê wan ji malên wan derdixin.
Li aliyê din komên çete yên DAIŞ'ê bi hawanan bajarê Serêkaniyê topbaran dikin. Topek li mala welatiyekî ji Serêkaniya Serxetê ketibû û di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 2 birîndar bûne.