‘Pêwendiya te li gel PÇDK'ê heye, here mala xwe rûnê ’

‘Pêwendiya te li gel PÇDK'ê heye, here mala xwe rûnê ’

Îro dema ku Senger Cewad Ehmed xwest biçe ser karê xwe yê leşkerî, ji aliyê fermandarê bi navê Eqîd Cemal Waramî ve ji karê wî hate dûrxistin. Sedema dûrxistina Ehmed a ji kar jî; pêwendiya wî ya li gel PÇDK'ê hat nîşandan.

Senger Cewad Ehmed ê li navçeya Duwz ku karê leşkerî dikir, vê sibehê dema xwest biçe ser karê xwe, li fermandarê hêzên leşkerî yê herêmê yê bi navê Eqîd Cemal Waramiye rast hat. Fermandarê ku ser bi hêzên Yekitî Nîştimaniya Kurdistan (YNK) ji wî re gotiye, ‘pêwendiya te li gel PÇDK’ê heye, ji bona wê here li mala xwe rûnê.’

Senger Cewad Ehmed, ji malpera fermî ya PÇDK’ê re axivî û got: “ Dema ez îro çûm ser karê xwe fermandarê hêzên leşkerî ji min re got ku, di dema hilbijartinan de pêwendiya te li gel Partiya Çareserî hebû, min jî jê re got raste. Piştre wî ji min re got; ‘Wê demê karê te li gel me nîne û here mala xwe rûnê.’”

Hêjayî gotinê ye ji dema bangawaziyên hilbijartinan destpêkirin heya niha, gelek kesên ku bi sedema pêwendiya wan li gel PÇDK’ê hene, ji karê wan hatine dûrxistin yan jî rastî zextan hatine.