Konseya Kurdên Swêdê û rêxistina mafê mirovan ya li dijî komkujiyan CHAK’ê daxuyaniyek hevpar dan û xwest ku, siyasetmedarê Kurd Mecît Gumuş ku ev saleke li Rûsyayê girtiye serbest bê berdan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, Gumuş ji ber xebatên polîtîk ji aliyê Tirkiyeyê ve tê lêgerîn wê radestî Tirkiyeyê nekin, lê belê ger radest bikin, wê rastî muameleya xirap û îşkenceyê were.
Gumuş ku ji ber sedema fikrên xwe yên siyasî 15 salên temenê xwe di girtîgehên Tirkiyeyê de derbaz kir û piştî hate berdan jî, ji ber ku faliyetên siyasî birêve dibe dîsan hat lêgerîn. Gumuş ku neçar ma bi nasname û pasaportek sexte Tirkiyeyê terk bike û biçe Herêma Xweser ya Adigey ku Kurd lê dijîn. Rûsyayê jî di Tîrmeha sala borî pasaporta sextet hincet nîşanda û Mecît Gumuş girt. Piştî dewleta Tirk girtina Gumuş bihîst, di Îlona 2011’an de serî li Înterpolê da û ragihand ku Gumuş tê lêgerîn, piştî wê serî li Rûsyayê da û xwest radestî Tirkiyeyê bikin. Meha borî Dadgeha Bilind ya Rûsyayê biryar dabû ku Gumuş radestî Tirkiyeyê bikin.
Konseya Kurdên Swêdê û CHAK’ê jî Hevpeymana Ewropa û 3’mîn Madeya Hevpeymana Astengkirina Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî ku, kesê di bin rîska îşkenceyê de nayê dersînor kirin û nayê radestkirin bibîrxist. Piştî ku aşkera kir ku, di nava sê salan de li Tirkiyeyê nêzî 9 hezar siyasmetmedar, parêzvanên mafê mirovan hatine girtin, her wiha îşkence û muameleya xirap li gel wan hatiye kirin, li ser vê yekê hişyariyek kirin û dan diyarkirin ku ger Gumuş radestî Tirkiyeyê bikin dê rastî muameleya xirap û îşkenceyê were. Her wiha di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku, heta serlêdana parêzerên Gumuş ya li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê û Komîsertiya Penaberên Neteweyên Yekbûyî bi encam nebe, pêwîst bû Dadgeha Bilind ya Rûsyayê derbarê radestkirina Gumuş ya Tirkiyeyê de biryar neda ba, ev biryar bi hevpeymana navneteweyî re lihev nayê.
Her wiha di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku, Konseya Kurdên Swêdê û sazî û komeleyên CHAK’ê ku faliyetan li Swêdê dimeşînin, dê ji bo serbest berdana Gumuş bikevin nava hewildana.