Peyama Ocalan li ber dirûşme û çepikan hat xwendin
Peyama Ocalan li ber dirûşme û çepikan hat xwendin
Peyama Ocalan li ber dirûşme û çepikan hat xwendin
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ji bo Kongreya HDP'ê de got, "Bi bawerim ku bîranîna Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş, Mazlûm Dogan dê vê kongreyê jîndar bibin. Partiyeke ku meclîsên tax û bajaran ji xwe re weke navgînên erk û biryardariyê esas bigire, dê di rastiya Tirkiyê de roleke mezin hilgire ser milê xwe."
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji 1. Kongreya Awerte ya HDP'ê ku li Salona Spor ya Ahmet Taner Kişlali bi dirûşma "Ev hînê destpêkeke" tê lidarxistin, peyamek şand.
Peyam ji aliyê Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan ve hat xwendin. Di dema xwendina peyamê de ji salona kongreyê dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" bilind bûn.
Peyama ku ji aliyê Bûldan ve hat xwendin wiha ye:
"Pêkhateyên rêzdar ên kongreyê destpêkê ez we hemûyan silav dikim û dixwazim ku hûn bizanibin, keda we ya heta roja îro ji bo avakirina Tirkiyeke demokratîk giranbuha ye. Nirxandinên min ên der barê Tevgera Azadiyê ya Kurd de, herçend îlhama xwe ya bingehîn a destpêkê û dewamê ji Mahîran girtibe jî, destnîşan dike ku şivîleya bingehîn e. Tevgera Azadiyê ya Kurd, hesret û îdeala têkoşîna hevpar a gelên Kurd, Tirk û hemû gelên din, di dadgehên rewşa awerte yên Amedê de jî bi biryardarî aniye ziman.
Bi dîtina min, bîranîna hevalên me yên Tirkiyeyî Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş û Mazlûm Dogan, ku bi bawer bûn rêpêketiya jêneveger a dîrokê wê bi têkoşîna hevpar a gelan xwe bigihîne azadiyê, dê di vê kongreyê de jîndar bibe.
Avabûna Kongreya Demokratîk a Gelan, di dîroka me de bi qasî biryara me ya partîbûyînê ku piştî şehadeta hevalê Hakî Karer hat wergirtin, xwedî girîngiyeke dîrokî ye. HDP di têkoşîna me ya hevpar a demokrasiyê de, averêya dîrokî ya girîng nîşan dide. Di têkoşîna me de, divê ezmûna me ya salan wergere demokrasiya radîkal, feraseta siyasetê ya bijarte û konformîst bê terikandin û xwedî wê ezmûn û enerjiyê be ku karibe bingeh û gel di rêxistinbûyîneke hevpar de bicih bike. Şoreşgeriya 71'an şoreşgeriya raperîna li dijî dewletê bû. Piştî 40 salan, muzakereya bi dewletê re girîng e. Ji xwe têkoşînên şoreşgerî encax bi muzakereyên xwedî wesif dikarin veguherin aştiyeke mayînde ji bo gelan. Partiyeke ku meclîsên tax û bajaran ji xwe re weke navgînên erk û biryardariyê esas bigire, dê di rastiya Tirkiyê de roleke mezin hilgire ser milê xwe. Bi vê îtîbarê bi hêviya ku hûnê vê emaneta (sparde) dîrokî ya ku min her tim li ser milê xwe hilgirt, bi feraseteke nû hilgirin û bilind bikin, kongreya we pîroz dikim bi xwestekên xwe yên serketinê silavên xwe yên şoreşgerî dişînim."
Peyam bi çepik û dirûşman hat pêşwazîkirin.