Peyama Ocalan mohra xwe li konferansa Huqûqnasan xist

Peyama Ocalan mohra xwe li konferansa Huqûqnasan xist

 "Konferansa Huqûqnasên Bakurê Kurdistan" li Amedê destpê kir, huqûqnasan xwestin bêhuqûqiya dîrokê ya li Kurdistanê êdî bi dawî bibe. Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan peyam ji konferansê re şand, wiha got: "Di vê sedsala dawî de bi her awayî ji bo gelê me yê kirine cendereya înkar, tunekirin û asîmîlasyonê ya rewa hatiye dîtin înkara ziman û çandê bi kurtasî înkara hebûnê ye. Îro jî bi pakêtên yekalî yên ji demokrasiya berfireh û beşdarî dûr, înkara hebûna gelê kurd ê ji mafên xwe yên kolektîf bêpar tê hiştin berdewam dike."

Konferansa Huqûqnasên Bakurê Kurdistanê  ya cara yekemîn e pêk tê ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve  li Navenda Ciwan û Çandê ya Cegerxwîn a Şaredariya Kayapinar destpê kir. Di konferansa ku wê 2 rojan berdewam bike de ji Amed, Êlih, Stenbol, Edîrne, Wan, Enqere her wiha ji Tirkiyeyê û gelek bajarên herêmê bi sedan parêzer, Hevseroka Giştî ya KCD'ê Aysel Tugluk, wekîlên BDP'ê Ozdal Uçer û Hasîp Kaplan, Alîkara Hevserokên BDP'ê Meral Daniş Beştaş, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya û gelek nûnerên saziyan beşdarî konferansê bûn. Li Salona Konferansê bi 6 zimanan pankarta "Konferansa Huqûqnasên Bakurê Kurdistan" hat daliqandin. Konferans bi sirûda "Ey Raqîp" bi deqiqeyeke rêzgirtinê ku destpê kir Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî dest bi axaftina vekirinê kir. Elçî diyar kir ku di pêvajoyeke dîrokî de lidarxistina konferansa parêzerên kurd girîng e.

'EM DIXWAZIN FAÎLÊN ONKOL BÊN DADGEHKIRIN'

Elçî di dewama axaftina xwe de got ku ew ê hewl bidin pêvajo bi serketî encam bibe û wiha berdewam kir: "Em huqûqnas dibêjin, pêwîst e bêhuqûqiya dîrokî ya li Kurdistanê bi dawî bibe. Bi sedan salan e gelê kurd hatiye înkarkirin û tune hatiye hesibandin. Em wek parêzer timî li cem gelê bûn ji niha şûn ve jî em ê li cem gelê xwe bin." Elçî di axaftina xwe de bal kişand ser cinayetên kiryar nediyar û wiha  anî ziman: "Îro salvegera qetilkirina keçika biçûk a gelê kurd Ceylan Onkol e. Em dixwazin tavilê faîlên Onkol bên dadgehkirin."

'BAKURÊ KURDISTANÊ VEGUHERANDIN XAKA BÊHUQÛQIYÊ'

Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk diyar kir ku konferans pir bi wate û dîrokî ye û wiha got, "Mixabin, Bakûrê Kurdistanê veguherandin xaka bêhuqûqiyê. Eger îro em vê konferansê li dar dixin, tê wê wateyê ku em vê dîroka bêbext têk dibin."

OCALAN: BI PAKÊTÊN YEKALÎ HÎN JÎ HEBÛNA GELÊ KURD TÊ ÎNKARKIRIN

Piştî axaftina Tugluk peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin. Di peyama Ocalan ev xusûs tên destnîşankirin: "Di pêvajoyeke wiha de bi armanceke wiha ku hûn hatine gel hevdu pir bi wate ye. Di vê sedsala dawî de bi her awayî ji bo gelê me yê kirine cendereya înkar, tunekirin û asîmîlasyonê ya rewa hatiye dîtin înkara ziman û çandê; bi kurtasî înkara hebûnê ye. Îro jî bi pakêtên yekalî yên ji demokrasiya berfireh û beşdarî dûr înkara hebûna gelê kurd ê ji mafên xwe yên kolektîf bêpar tê hiştin berdewam dike. Gelê me yê li hember van hemû pêkutiyan li ber xwe dide û berdêlan dide bi qasî exlaqê ku di huqûq de hatiye bicihkirin parastin û di her şert û mercî de gel bêparastin nehiştin divê esas be. Ez xebatên we bi qîmet dibînim û silavan li we dikim."

Peyama Ocalan bi deqiqeyan li ser piyan bi çepikan hat pêşwazîkirin.

Konferans bi rûniştinên cuda berdewam dike.