Peywira Hanim Onur hate îadekirin

Peywira Hanim Onur hate îadekirin

Endama Meclîsa Şaredariya Cizîrê Hanim Onur a ku 2 sal berê bi sûcdariya "endama rêxistinê ye" hatibû girtin û ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Tirk ve bi tedbîra demî ji peywirê hatibû girtin, endamtiya wê ya meclisê hate îade kirin.

Endama Meclîsa Şaredariya Cizîrê Hanim Onur 2 sal berê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di operasyona siyasî bi navê KCK'ê de hatibû girtin û li ser vê yekê Wezareta Navxweyî ya Tirk li gorî fikreya 4'emîn a madeya 127'an a makezagonê û madeya 47 a zagona şaredariya bi tedbîra demî di 4'ê mijdara 2011'an de ji peywirê hatibû dûrxistin. Onur a ku meha borî ji ber pirsgirêkên tenduristî ya keça wê Solînê serbest hate berdan, peywira wê jî careke din îade kirin.