Peywira Şaredarê Dêrgulê Demîr lê hat vegerandin
Peywira Şaredarê Dêrgulê Demîr lê hat vegerandin
Peywira Şaredarê Dêrgulê Demîr lê hat vegerandin
Peywira Şaredarê Dêrgulê Mehmet Demîr ku ji ber doza 'KCK'ê ji aliyê Wezîrê Karên Hundur ê berê Îdris Naim Şahin ve hatibû girtin, lê hat vegerandin. Şaredar Mehmet Demîr diyar kir ku ewê bi hêzek mezin dest bi xebatan bike.
Şaredarê Dêrgula Şirnexê Mehmet Demîr ku ji ber doza 'KCK'ê 7 meh berê ji aliyê Wezîrê Karên Hundur ê Tirkiyeyê Îdris Naîm Şahîn ve ji peywirê hatibû girtin, dîsa li karê xwe vegeriya.
Mehmet Demîr, piştî peywira xwe ya Şaredariyê dîsa paş ve girt, dest bi xebatê kir. Demir anî ziman ku piştî di hilbijartina 2009'an de Abidin Durak ji doza 'KCK'ê hat girtin karê, Durak dewir girt û dê peyvira Abidin Durak li gorî nirxê wê pêk bîne. Demîr da zanîn ku ewê bi hêzek mezin xebatan bimeşîne û destûrê nede ku valahî têkevin nava xebatan.