Pîlotek ê Sûriyeyî balefirek a şer a Sûriyeyê revand û li balefirgehek leşkerî ya Ûrdinê danî û daxwaza mafê hewandinê kir.
Wezîrê Ragihandinê yê Ûrdinê Semîh el Maytah piştrast kir ku pîlotê Sûriyeyê daxwaza mafê hewandinê ji Urdinê kiriye.
Televîzyona dewletê ya Sûriyeyê ragihadibû ku di dema perwerdeyê de pîlotek bi balefira Mig 21 ve gwenda bûye.
Rayedaran dan diyarkirin ku pîlot balefira şer a bi markaya Mig 21 a ji aliyê Rûsyayê ve hatiye çêkirin, li balefirgeha leşkerî ya Qiral Huseyîn hatiye danîn.
Ajansa nûçeyan a Sûriyeyê SANA’yê jî ragihand ku navê pîlot albay Hasan Mirei el-Hamadeh e.