Ji hilbijartinên Almanyayê re 10 meh mane. Li gorî rapirsiyan partiya Serokwezîr Angela Merkel di van salên dawiyê de digihe rêjeya herî bilind a dengan. Her çendî dengên partiyên çep piranî bin, lê nikarin ji bo desthilatiyê li hev bikin.
Li gorî rapirsiya şîrketa lêkolîna gelemperiyê Emnidê dengên partiyên Alman wiha ne: CDU-CSU ji sedî 39, Partiya Sosyal-Demokrat (SPD) ji sedî 28, Kesk ji sedî 13, Partiya Çepgir ji sedî 6 û Partiya Korsanan jî ji sedî 5 e û ev partî dê bikevin meclîsê. Li gorî rapirsiyê partiya Demokratên Azad (FDP) ya ku hevpara hukûmetê ye dê li derveyê Meclîsê bimîne.
Li gorî rapirsiya dawî ya Forschungsgruppe Wahlen jî encamên hilbijartinên 2013 wiha ne: CDU-CSU ji sedî 39, SPD ji sedî 30, Kesk ji sedî 13, Çepgir ji sedî 6, Korsan û FDP jî ji sedî 4 werdigirin.
ÇEPGIR PIRANÎ NE, LÊ NABIN YEK
Li gorî rapirsiyan tişta ku balê dikişîne dengên partiyên yekitiya Xirîstiyanan di van du mehên dawiyê de gihştiye ji sedî 38-41ê. CDU-CSU di hilbijartinên sala 2009 de ji sedî 33,8ê dengan wergirtin û bi vî awayî yekem car ewqas deng bi dest xistibûn.
Ya duwemîn jî, li gorî rapirsiyên hilbijartinê partiyên çepgir dê di her du hilbijartinan de piraniya kursiyên Meclîsa Federal bi dest dixin. Lê SPD ji ber polîtîkayên wê nêzîkê yên rastgir û lîberalan e, nikare bi Partiya Çepgir re bibe yek. Partiya Çepgir, sala 2005 komek ji SPD veqetiya û bi Partiya Sosyalîzma Demokratîk (PDS) re bû yek û sala 2007 hat damezrandin.
Li gorî encamên rapirsiyê SPD û Kesk nikarin koalîsyonê ji bo desthilatiyê saz bikin. SPD di hilbijartinên 2011 de binketinek mezin bi dest xistibû (ji sedî 23 wergirtibû) û piştre şansê koalîsyona wan a bi Keskan re zêde bibû. Lê surprîza van salên dawiyê jî Partiya Korsanan e û di van demên dawiyê de gelek dengên ji partiyên çepgir, ji wê re diçin.
RASTGIR HER TIM DIBIN HEVPARÊN DESTHILATIYÊ
Vebijarkek din ku derdorên siyaset û çapemeniyê her tim tînin rojevê jî ew e ku koalîsyona reş-kesk a ku ji koalîsyona mezin a aCDU-CSU û SPD, û CDU-CSU û Keskan pêk hatiye.
Claudia Roth duh careke din bû hevseroka Keskan û ji bo hilbijartinên di nava partiyê de yên ji bo hilbijartinên 2013 yên serokwezaretê jî bibû namzeda çaremîn. Tê diyarkirin ku namzenda Keskan ên ji bo serokwezaretê Katrin Göring-Eckardt, dikare dengên Yekitiya Dêrên Protestan û alîyên muhafezakar bigire. Li gorî şîroveyan Göring-Eckardt dikare di hilbijartinên 2013 de bi rehetî bi CDU re koalîsyonê ava bike.
Hilbijartinên 2013 dê bandorê li ser hilbijartinên parlementoyê yên Eyaleta Saksyona Jêrîn (Niedersachsen) ya ku dê meha çile pêk bê, bike. Li gorî rapirsiyan, li vê eyaleta ku çaremîn eyaleta herî mezin a Almanyayê ye, tenê CDU, SPD û Keskan dikarin benda ji sedî 5 derbas bikin.