Pîrên Elewî destek dan nobeda li ser sînor
Pîrên Elewî destek dan nobeda li ser sînor
Pîrên Elewî destek dan nobeda li ser sînor
Destekek din a ji bo berxwedana li ser û bin xetê, ji komele û pîrên Elewiyan hat. Heyeta li navenda Pirsûsê danûstandin kir, wê li nobedên berxwedanê yên li seranserê sînor bigere. Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek heyet pêşwazî kir û destnîşan kir ku hikûmet ji bo herêma tampon ava bike, hejmarên manîpulatîf derdixîne holê.
Heyeta ji Komeleya Pîr Sûltan Abdal, Federasyona Komeleyên Elewiyan, Komeleya Levhî Kalem, Komeleya Ramanê ya Elewiyan, Rojnameya Zulfîkar û Pîrên Elewiyan, hat Pirsûsê. Heyet li avahiya DBP'ê ya navçeyê ji aliyê Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek û parlamenterê HDP'ê yê Mersînê Ertûgrûl Kurkçu ve hat pêşwazîkirin.
Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek, der heqê Kobaniyên li Kobanê û Pirsûsê de agahî da heyetê û destnîşan kir ku hejmara hikûmet der barê kesên ji Kobanê hatine dide, ne rast in û bi armanca manîpulekirinê ne. Yuksek diyar kir ku hikûmet ji bo herêmeke tampon ava bike, hejmarên manîpulatîf dide.
Heyet piştre ji bo çalakgerên nobedê yên li ser sînor ziyaret bike, ket ser rê. Rêxistinên Elewiyan wê der barê mijarê de li Deriyê Sînor ê Kobanê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.